PeyamaKurd – Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li Kampa Holê ya li Hesekê ya ku malbatên endamên DAIŞê lê têne ragirtin, revîneke girseyî pêk hatiye.
Li gorî raportên çalakvanan, piştî ku hêzên Artêşa Sûriyeyê (çekdarên Ehmed Şera) kontrola herêmê girtin destê xwe, valahiyeke mezin a ewlehiyê derket holê û bi dehan malbatên DAIŞê ji vê yekê sûd girtin.
SOHRê destnîşan kir ku revîn piştî êrîşeke malbatên DAIŞê ya li ser pasvanên mayî yên Hêzên Ewlehiya Hundirîn (Asayîş) qewimiye.
Tevî ku hêzên ewlehiyê gule berdan daku rê li ber revê bigirin, lê bi dehan mêr, jin û zarokên endamên DAIŞê karîn birevin û ber bi deverên nenas ve biçin.
Ev geşedan di nava xelkê herêmê de bûye sedema tirs û fikarên mezin; ji ber ku ev "bombeya demkî" niha li seranserê herêmê belav dibe.