PeyamaKurd- Hate ragihandin ku Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê bi hevkariya hêzên Asayîşa Rojavayê Kurdistanê, di navbera sînorên Iraq û Sûriyê de, li navçeya Rebîa a bajarokê Til Koçerê, li dijî DAIŞê operasyonek pêk anî ku helîkopter jî hatin bikaranîn.
Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku "armanca operasyonê, bihêzkirina ewlehiya sînorê di navbera Iraq û Sûriyeyê de ye, herwiha tunekirina êrîşên DAIŞê ye."
SOHRê da zanîn, "Di 24 saetên borî de, Hevpeymanan du operasyonên esmanî li dijî şaneyên DAIŞê pêk anîne."
Li aliyê din Fermandariya Hêzên Navendî ya hêzên Amerîkayê (Centcom) li ser hesabê xwe yê Xê ragihand ku "Di nava şeş mehan de; 80 oparasyonên leşkerî li Sûriyeyê pêk hatine. Di nava şeş mehan de 11 plan û êrîş li dijî hêzên Amerîkayê hatine têk birin û 119 çekdar hatine girtin, 14 jî hatine kuştin."