PeyamaKurd - Di dîroka diyasporaya Kurd de yekem car dezgeheke ku armanca wê pêşxistina zimanê Kurdî ye hate damezirandin.
Li bajarê Koln ê Almanyayê, dezgeheke bi navê Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî ya Dîyasporayê hate damezirandin.
Damezirînerên federasyonê Xunav Haco û Fehmî Kakeyî ku di heman demê de endamên Desteya Rêvebir a Federasyonê ne ji Rûdawê re qala arman û xebatên federasyonê kirin.
Xunav Haco diyar kir ku di 06ê Tîrmehê de li bajarê Kolnê yê Almanyayê, bi amadebûna 80 pispor û xemxurên zimanê Kurdî yên li hemû welatên Ewropayê, wê civîna pêkanîna federasyonê dest pê kiriye û wiha got:
"Di civînê de, em ê bi fermî Federasyona Navneteweyî ya Zimanê Kurdî ya Diyasporayê ragihînin û em ê desteyeke ku ji 10 kesan pêk tê ragihînin. Armanc û karê wê yê sereke parastin û gringîdayîna zimanê Kurdî ya li diyasporayê ye."
“Federasyon hewl dide ku li diyasporayê zimanê Kurdî biparêze”
Xunav Haco destnîşan kir ji ber ku tenê li Almanyayê milyon û 200 hezar zêdetir Kurd dijîn, damezirandina federasyonê girîng û pêwîst bûye û got: “Loma federasyon bi awayekî cidî hewl dide ku zimanê Kurdî li diyasporayê biparêze."
Xunav Haco da zanîn ku Hikûmeta Almanyayê rê dide wan ku ew zimanê Kurdî biparêzin û ew jî mîna federasyon dixwazin dayik û bav han bidin ku zarokên xwe bişînin xwendina zimanê Kurdî.
“Li cîhanê, modêla herî baş a parastina zimanê dayikê ya Swêd e”
Xunav Hacoya ku bi salan e li Almanyayê mamosteyiya zimanê Kurdî dike wiha dom kir:
"Li cîhanê, ji bo parastina zimanê dayikê modela herî baş a Swêd e. Em dixwazin modela Swêdê li welatên din ên Ewropayê, ji bo Kurdî jî pêk bînin."
Fehmî Kakeyî: Ji mêj ve em bi vê mijarê re mijûl dibin
Mamosta Fehmî Kakeyî jî di derbarê federasyonê de ragihand ku wê armancên federasyonê bi awayekî fermî bêne eşkerekirin û got: "Ev demeke dirêj e ku em mijûlî avakirina federasyonê ne. Loma jî me li welatên Ewropayê daneyan berhev kir ka çend mamoste û xwendekarên Kurd hene."
Di derbarê dabînkirina budceya lêçûnên federasyonê jî mamosta Fehmî Kakeyî da zanîn ku Wezareta Perwerdehiyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê soz daye wan ku alîkariya aborî bide wan û niha nêzîkî 500 mamosteyên ku wê dikaribin perwerdehiya zimanê Kurdî bidin hene."
“Em dixwazin hînbûna zimanê dayikê bibe fermî û mecbûrî”
Fehmî Kakeyî hanî ziman ku li cîhanê Swêd, di warê parastina zimanê dayikê de ji bo hemû neteweyên ku lê dijîn welatekî pêşeng e û wiha dom kir:
"Swêd, 60 sal in ku gringiyê dide zimanê dayikê, lê belê xwendina bi zimanê dayikê hîn jî wek dersa bijarte ye û ne mecbûrî ye. Em vê gavê dixwazin ku hînbûna zimanê dayikê bibe fermî û mecbûrî çimku hin dê û bav li Ewropayê wisa diramin ku eger zarokên wan bi zimanê Kurdî bixwînin, wê nikaribin baş hînî zimanên din bibin, lê belê ev berovajiyê rastiya zanistî ye."
Mamosta Fehmî Kakeyî, li Swêdê hînbûna zimanê dayikê rave kir û got:
"Vê gavê li Swêdê, nêzîkî 16 hezar xwendekar di qonaxa seretayî de bi zimanê dayikê dixwînin. Ango nêzîk”i ji sedî 49ê kesên ku mafê wan ê xwendina zimanê dayikê heye, bi zimanê dayika xwe dixwînin, lê belê li gorî par rêje ji sedî 7 kêm bûye û sedemê vê yekê jî hikûmeta rastgir a niha ku ji bo xwendina zimanê dayikê li wî welatî ne alîkar e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin