PeyamaKurd – Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî ji bo bûyera şewata hola şahiyan li Hemdaniyê ji nêzîk ve bişopîne, îro serdana Mûsilê dike.
Li gor hat zanîn, Serokwezîrê Iraqê wê serdana birîndar û malbatên qurbaniyên bûyera Hemdaniyê bike.
Weke tê zanîn, pêr li qezaya Hemdaniyê ya li parêzgeha Neynewayê di merasîma dawetê de şewat derket, di encamê de jî zêdeyî 100 kesî canê xwe ji dest dan û bi sedan kes jî birîndar bûn.
Herwiha piştî bûyerê Serokwezîr Mesrûr Barzanî tîmên agirkuj û bijîjkî raspardin ku alîkariya birîndaran bikin û heta niha hejmarek birîndar bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê hatine veguhestin.
Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî da zanîn, li ser rasperdeya Serokwezîr Mesrûr Barzanî hemû alîkariyên bijîşkî ji bo qurbaniyên bûyera şewata Hemdaniyê hatine dabînkirin.
Dr. Saman Berzincî herî dawî eşkere kir, 47 birîndar li Hewlêrê tên dermankirin, 20 birîndar jî li Duhokê tên dermankirin û birîndarên ku giran in bi berdewamî jî bo nexweşxaneyên Herêma Kurdistanê tên şandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin