PeyamaKurd- Wezîra Karên Derve ya Fransayê Catherine Colonna, li ser biryara Rusyayê ya di derbarê rawestandina korîdora dexil û dan de peyamek belav kir. Colonna, vê helwesta Rusyayê wekî girankirina qeyranê pênase kir.
Wezîr Catherine Colonna, li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku divê Rusya vê biryara xwe ya li ser korîdora dexil û dan car din raweste û got,
“Divê Rusya vê biryara xwe ya ku dê bibe sedema encamên cidî, ji nû ve di ber çavan re derbas bike. Ev biryar, qeyrana gerdûnî ya xurekan a ku ji ber êrîşkariya li dijî Ukraynayê peyda bû, hîn bêhtir xeternak dike.”
Duh, ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Rusyayê ve hatibû ragihandin ku wan peymana korîdora dexil û dan daye rawestandin û sedema vê yekê jî wekî ku Ukraynayê êrîşî keştiyên şer û sivîl ên Rusyayê yên li Sivastopola Kirimê kiriye, hatibû nîşandan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin