Scholz: Dixwazim êdî serokomareke me ya jin hebe

Scholz: Dixwazim êdî serokomareke me ya jin hebe

PeyamaKurd – Serokwezîrê Almanya Olaf Scholz di hevpeyvîneke ligel kovara Stern a Almanî de got ku ew dixwaze êdî keseke jin bibe serokomara welatê wî.

Scholz got, ew di wê baweriyê de ye ku êdî dema hatiye jinek bibe serokomara Almanyayê.

Siyasetmedarê Partiya Sosyal Demokrat a Alman Schoz, li ser mijara mûçeyê kêmîne jî diyar kir ku ew alîgirê wê yekê ye ku saeta kar bo 15 euroyan bê bilindkirin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Almanya ji sala 1949an ve bi sîstema federalî tê birêvebirin ku ji dema damezrandina Koma Federalî ve 12 serokomarên hatine hilbijartin hemû mêr in. Tenê Angela Merkel wek siyasetmedara jin bûye serokwezîra Almanya ku ji 2005an heta 2021ê li ser erka xwe bû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin