PeyamaKurd – Wezîrê Dadê yê Tirkîyê Bekîr Bozdag di derbarê bertekên Amerîka û Almanya yên li ser Osman Kavala axivî û da zanîn, ew nikarin ser dadgeha me tu şîroveyê bikin.
Amerîka li ser biryara muebbetê ya dadgeha Tirkiyê da karsaz û xêrxwazê navdar Osman Kavala diyar kir, ev biryar acizî û xeyalşikestin çêkiriye û Almanya jî bang li Tirkîyê kiribû ku Kavala demildest berde.
Bozdag ji rojnamevan re eşkere kir, Tirkîye dewleteke hiqûqê ye û divê herkes ji bo vê yekê rêz bigire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin