The Independent | Servanên Kurd: Hêj karê me neqedîya ye, em venagerin!

The Independent | Servanên Kurd: Hêj karê me neqedîya ye, em venagerin!

PeyamaKurd – Şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) dîyar dikin hêj dawî li şerê rêxistian terorî DAIŞê nehatiye û wezîfeya wan xelas nebûye, lewra ew dixwazin li Rojavayê bimînin.

‘Li Rojavayê karê me hêj neqedîya ye’

Yek ji şervanê ku li dijî DAIŞê şer dike Kyla Towmê Kanadayî ji rojnameya The Independetê ya ku navenda wê li Brîtanyayê ra axivî û da xuyakirin ku li Rojavayê hêj karê wan neqedîya ye.

Şervanê YPGê Kyla Towm, “Gelê Kanadayê dibêje qey DAIŞ bi tenê li Rojhilata Navîn heye lê DAIŞ ne tenê li vê derê ye. DAIŞ li her deverê ye û hêza wê heye ku bi awayekî bandorê li her deverê bike.”

Towm dibêje piştî tunekirina DAIŞe gelek kar hene û wiha pê da çû, “Bi taybetî xizmetguzariya sivîlan girîng e. Ji ber vê yekê ez hatim Rojavayê. Çimkî bi vî awayî be jî dixwazim tevkariyeke min di vê şoreşê da hebe.”

‘Berdevkê YPG: Em piştgirîyê didin’

Berdevkê YPGê Nurî Mehmûd jî derbarê şervanên bîyanî da axivî û got:

“Li Rojavayê pêwîstiya me welatîtîya azad heye. Em piştgirîyê didin welatiyên me yên k udi warê çand, tarîx û felsefê re dilebikin. Em piştgiriyê didin wan ku bi civakê re bibin yek.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin