PeyamaKurd- Li welatê Nîjerya ya Afrîkayê, li herêma Kankarayê li ciyê bazarê bi çekan êrîş birin ser xelkê û di encamê de 11 kes mirin û gelek kes bi giranî birîndar bûn.
Berdevkê polîsê eyaleta Katsinayê Gambo Isah, bo rojnamevanan ragigihand ku li ciyê bazarê êrîş anîne ser xelkê lê kesên bi sîlihan êrîş kirine, nasnameya wan nediyare.
Isah got ku birîndaran sewqkirine bo nexweşxaneyan, tîmên ewlekariyê hatine sewqkirin bo ciyê bûyerê û li ser êrîşê lêpirsîn hatiye destpêkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin