Talebanî bang li PDKê kir: Heger hûn bixwazin, em amade ne…

Talebanî bang li PDKê kir: Heger hûn bixwazin, em amade ne…

PeyamaKurd- Endamê Serkirdatiya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, di salvegera Serhildana Mezin (Raperîn 1991) de axivî û da zanîn ku partiya wî ji rewşa niha ya Herêma Kurdistanê ne razî ye. Her wiha Talebanî bang li PDKê jî kir ku ew ji bo lihevkirinê amade ne.

Bafil Talebanî, di merasîma 32yemîn salvegera Serhildana Mezin a 5ê Adara 1991ê de ku li seranserê Kurdistanê belav bû û li bajarê Ranyayê hat lidarxistin de axivî.

Talebanî bal kişand ser wê yekê ku gelê Kurdistanê 32 sal beriya niha, îro karibû rejîma dîktatorî ya ku “cîhan jê ditirse” hilweşîne û got ku Herêma Kurdistanê, di van salên dawî de pêşketineke mezin bi dest xistiye, lê bilindbûn û daketin jî hene.

Bafil Talebanî ji kesên ku di merasîmê de amade bûn re got ku “Niha sala 2023yan e û ez dixwazim ji we bipirsim, hûn ji vê rewşê razî ne? Em wekî YNK, ne razî ne.”

Serokê YNKê Talebanî rexne li xwe girt ku ji roja Celal Talebanî nexweş ketiye, wî nikaribûye bi awayekî rêk û pêk bi herêma Ranyayê re mijûl bibe û da zanîn ku YNK niha bihêztir e û pêwendiyên wan baş in.

Talebanî bi berdewamî got, “Ev 2 sal in YNK hewil dide valahiya hikûmetê dagire. Ez ji vê rewşê ne razî me. Ez qala herêmên kesk û zer nakim; ji kerema xwe bila kes wisa nebêje. YNK xwediyê tevahiya Kurdistanê ye û nûnertiya her çar parçeyên Kurdistanê dike. Belê, neheqî li we hatiye kirin, lê xemgîn nebin, hêvîdar bin.

YNK di serdema Mam Celal de jî ewqas bihêz nebûye. Em di têkiliyên bi Bexdayê re di têkiliyên bi civaka navneteweyî re di navbera partiyên Kurdistanê de tu car ewqasbi hêztir nebûne. Di nav hêzên Pêşmerge de em tu car ewqas nebûne yek.”

Talebanî di dewama axaftina xwe de da zanîn û got, “Ez soz didim we, em ê bi hemû hêza xwe yekîtiya Kurdistanê biparêzin. Yekbûna Kurdistanê; heta her çar parçeyên Kurdistanê, mafên xwe bi dest bixin. Hûn xwediyê YNKê ne, hûn xwediyê Kurdistanê ne. Em dikarin her tiştî mil bi mil bi we re bikin. Em dikarin partiyan li hev bikin, miletê xwe li hev bikin û dijminên xwe bişkînin."

Talebanî ji bo hemû partiyên Kurdistanî peyamek şand û got: “Çawa ku agirê raperînê Iraq û Rojhilata Navîn guhert, em îro jî derfetê bidin ku destê aştiyê dirêjî hemû aliyên Kurdistanî bikin. Em naxwazin Herêma Kurdistanê parçe bikin. Erdê me ye; me herêm ava kir, we ji bo wê xwîn rijand."

“Em ji bo lihevkirinê, amade ne”

Serkirdeyê YNKê da zanîn ku ew edaletê dixwazin û ew dest dirêjî her partiyên siyasî dikin ku miletê li hev biselihînin, xizmeta miletê bikin û ji bo her çar parçeyên Kurdistanê bixebitin. Telebanî bang li serkirdeyên Partiya Demokrata Kurdistanê PDKê jî kir û got, “Heger hûn bixwazin, em li hev bikin. Heger hûn êv bixwazin, em amade ne. Heger hûn nexwazin, hûn ê wenda bikin.”

Bafil Talebanî di dawiya axaftina xwe de careke din tekezî li ser wê yekê kir ku nabe Herêma Kurdistanê bibe “herêma zer û kesk” û got, “Ez tikayê dikim, daxwazeke min ji we heye. Dev ji gotinên qada zer û qada kesk berdin.  Kurdistan a me ye, Kurdistan a we ye û bi hev re em ê Kurdistanê kesk bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin