PeyamaKurd - Tevgera Talîban Afganistanê bang li Serokê hilbijartî yê Amerîkayê Joe Biden kir ku panbendî rêkeftina rêveberiya Donald Trump a Amerîkayê li Qeterê bi Talîbanê re îmze kiriye bibe.
Talîbana Afganistanê bi daxuyaniyeke nivîskî daxwaz ji îdareya nû ya Amerîkayê ya ku Serokê nû yê Amerîkayê Joe Biden dest bi kar bike kir, bi aqilane tevbigere û ji bo bidawîkirina şerê li Afganistanê çalaktir bibe.
Li gorî rêkeftina Amerîka û Talîbanê, pêwîste heta meha Gulana sala 2021ê Amerîka hemû hêzên xwe ji Afganistanê vekişîne û Talîban jî beşdarî pêvajoya siyasî ya Afganistanê bibe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin