Temellî: Divê destûra nû ya Tirkiyê ku Ocalan jî pêsniyar dike bê çêkirin

Temellî: Divê destûra nû ya Tirkiyê ku Ocalan jî pêsniyar dike bê çêkirin

PeyamaKurd – Hevserokê HDPê Sezaî Temellî îro di Civîne Herêma Egeyê ya HDPê de axivî û rojev nirxand. Temellî destnîşan kir ku pêwîste kêlî berî kêliyê destûra nû ya Tirkiyê bê çêkirin ku Ocalan jî wê pêşniyarê dike.

Temellî bal kişand ser serkeftina namzedê CHPê Ekrem Îmamoglu di hilbijartinên Stenbolê de û li ser rola HDPê diyar kir, “Ya ku me 23yê Hezîranê kir, parçekirina tabloya siyasî bû û gotine êdî ji vê rewşê re bes bû. Ya ku me kir, vexwendina însanan a ji nû ve bo siyasetê bû.”

Hevserokê HDPê di 4 salên dawî de girtinên bi neheqî, bê hiqûqî û bêdadiya berdewam bi bîr xistin û got, “Her çi kesên fikrên xwe bo aştiyê anîn ziman, hatin girtin û binçavkirin.”

Temellî daxwaz ji aliyên siyasî kir demildest ji bo demokrasiya radîkal dest bi gotûbêjan bikin û bi beşdariya hemû pêkhateyên civakê, di çarçoveya wekheviya hemwelatiyan de kêlî berî kêliyê destûra nû ya Tirkiyê bê çêkirin ku pêşniya Îmraliyê (Abdullah Ocalan) jî ew e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin