PeyamaKurd- Hat ragihandin ku dergehê Îbrahîm Xelîl – Xebûr ku ji ber vîrusa koronayê hatibû girtin, ji aliyê Tirkiye ve ji nû ve tê vekirin.
Wezîra Bazirganiya Tirkiyê Ruhsar Pekcan ragihand ku di nav vê hefteyê de dergehên sînorî yên Xebûr û Gurbulakê têne vekirin û got, “Di nav dergehên girtî de Xebûr û deriyê Gurbulak ê ligel Îranê maye. Înşelah vê hefteyê em van herdu deriyan jî vedikin.”
Di heyama qedexe û rêkarên koronayê de, çûnûhatina bazirganî ya bi rêya dergehê Îbrahîm Xelîl, bi bicihanîna tedbîrên koronayê û pevguhertina ajovanên barhilgiran beredewam dikir. Ji niha û şûnde wê êdî derî ji çûnûhatina welatiyan re jî bê vekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin