PeyamaKurd - Saziya Serokatiya Hêzên Taybet a Emniyeta Giştî ya Tirkiyê li bajarê Efrînê yê Rojavaya Kurdistanê hêzeke taybet a leşkerî ava kir.
Hat ragihandin ku hêza tîmên taybet ku ji 12 tîman pêk tê li Efrînê hatiye bicihkirin û ew tîmên leşkerî bi kordînasyona şaxên Serokatiya Hêzên Taybet ên Enqere, Hatay û Entabê kar dikin.
Li gor zanyariyên medya tirk, 7 ji wan tîmên taybet ji bo karên asayîşa herêmî kar dikin ku erkên asayîş, trafîk, pûçkirina bombeyan, lêkolîna cihê bûyerê, têkoşîna dijî terorê û bi navê ‘Komandos’ dixebitin.
Hêzên taybet û polîsên herêmî ji aliyê pisporên tirk ve têne perwerdekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin