PeyamaKurd – Yariya Kûpaya Super a Federasyona Futbolê ya Ewropayê (UEFA) îro li demjimêr 22:00 li Stenbolê tê lîstin û dê tîma di vê pêşbirkê de bi ser bikeve Kûpaya Super a şampiyoniyê bibe mala xwe.
Tê çaverêkirin di yariya fînalê ya Liverpol û Chelseayê de, 40 hezar futbolhez li Stadyuma Vodafone Park a Stenbolê amade bin, lê belê 50 hezar alîgirên herdu tîmên futbolê jî gihîştine Stenbolê.
Ji bo vê yariya ku dê li seranser dinyayê bi milyonan kes li ser ekranên televizyonan temaşe bikin, amadekariyên dawî hatine kirin ku tê pêşbînîkirin ji ber vê yariyê 100 milyon euro pere li aboriya Stenbolê bê zêdekirin.
Li Stenbolê ji bo ewlekariyê jî gelek tedbîr hatine wergirtin û gelek rêyên derdikevin stada li navçeya Beşîktaş dimîne ji trafîkê re hatine girtin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin