PeyamaKurd - Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li konsûlê Kuweytê li herêma Kurdistanê Dr. Omer El Kinderî kir.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de konsûlê Kuweytê diyar kir ku Mîrê Kuwêtê, hikûmet û xelkê wê bi geşbînî li pêşdeçûna peywendiyên li gel Iraqê bi giştî û bi taybetî jî peywendiyên li gel herêma Kurdistanê dinêrin.
Serokê herêma Kurdistanê spasiya alîkariyên mirovî yên Mîr û hikûmet û xelkê Kuweytê yên ji bo koçber û penaberên li herêma Kurdistanê û vekirîbûna wan a li hember Iraqê û herêma Kurdistanê kir û daxwaza herêma Kurdistanê bo pêşdeçûna zêdetir a peywendiyên li gel Kuweytê anî ziman.
Serok Nêçîrvan Barzanî piştevaniya xwe bo bicihanîna erk û biryarên konferansa avakirina Iraqê nîşan da û hêviya hatina zêdetir berhemderên Kuweytê bo herêma Kurdistanê û Iraqê xwest.
Di beşeke din a hevdîtinê de jî rewşa siyasî ya navçeyê, qonaxa piştî şerê DAIŞê û çend babetên din ên têkildarî rewşa ewlehiya rojhilata navîn hatin axaftin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin