Trump di pêwendiyeke telefonî de bi Şara re: Şer rawestînin, ji Hesekê dûr bisekinin!

Dîroka Weşanê :
Trump di pêwendiyeke telefonî de bi Şara re: Şer rawestînin, ji Hesekê dûr bisekinin!

PeyamaKurd – Hat hînbûn ku Serokê Amerîkayê Donald Trump bi rêya telefonê bi Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara re axivî ye û daxwaza rawestandina şerê di navbera hêzên hikûmeta Sûriyeyê û Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê (HSD) de kiriye.

Li gorî Amberin Zaman a Al-Monitor, di pêwendiyeke telefonî de di navbera Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokê Demkî yê Sûriyeyê Ehmed el-Şara de lihevkirinek girîng çêbûye.

Çavkaniyên ku bi Al-Monitor re axivîne diyar kirine ku Trump ev destwerdan kiriye dema ku Artêşa Erebî ya Sûriyeyê ber bi bajarê Hesekê ve diçû, ku di bin kontrola HSD de ye.

Çavkaniyan destnîşan kirine ku Trump sozek ji Şara wergirtiye ku artêşa Sûriyeyê wê nekeve Hesekê.

Daxuyaniya Sûriyeyê

Kurteyek ji hevdîtinê ku ji hêla Serokatiya Sûriyeyê ve hatiye weşandin diyar kiriye ku "her du aliyan tekezî li ser pêwîstiya garantîkirin û parastina mafên gelê Kurd di çarçoveya dewleta Sûriyeyê de kirin."