PeyamaKurd- Hat ragihandin ku grûbeka ku têkiliyên wê bi Çînê re heye, êrîşê dezgeyên giştî yên 6 dewletan kiriye ku Tirkiye jî di nava wan de ye. Di êrîşê de agahiyên xessas ji wan dewletan dizîne.
Karmendê pispor yê bi navê Denis Kuvshinov ku di şîrketa bi navê Positive Technologies de dixebite, ragihandiye ku Hackerên Çînî êrîşê Brezîlya, Tirkiye, Kazakîstan, Rûsya ,Hindistan û Taylandê kirine. Grûba bi navê Calypso APT ji sala 2016an heya niha dixebitin û aktîvin.
Li gor nûçeya Siber bültene; êrîşker bo xwediyê toreka berfireh ya navxweyî bin, tora bi navê Perimeter xistine dest û bi bernameyeka nava wê ya taybet agahiyan xistine destê xwe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin