Karesata Singalê ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve weke jenosoid tê naskirin!

Karesata Singalê ji aliyê Parlemana Kurdistanê ve weke jenosoid tê naskirin!

PeyamaKurd - Endamê parlamentoya Kurdistanê Zana Mela Xalîd ragehand, roja 03.08.2019ê bi proje biryarekî ku ji aliyê parlamentoya Kurdistanê ve derkeve ve, dê karesata Şingalê wek jenosoid bê naskirin.

Zana Mela Xalîd ji medya Kurdistanê re ragehand: “Proje yasaya jenosoid nasandina karesata Şingalê li Parlamentoya Kurdistanê, xwandina wê ya yekem hatiye kirin, tenê maye lijneya yasayî û lijneya karûbarên şehîdan û enfalbûyan raporta dawiyê amade bike.’’

Roja 15.07.2019ê bêhnvedana havînê ya parlamentoya Kurdistanê destpê kir, ji ber pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê ew bêhnvedan 15 rojan hat dereng xistin, biryare berî temambûna wê bêhnvedanê jî dê parlamentoya Kurdistanê bicive.

Zana Mela Xalîd sedemê dengdana bo li ser wê proje yasayê jî bi kurdên êzdî yên Şingalê ve girêda û got, roja 03.08.2019ê dê wek roja jenosoid nasandina kurdên êzdî bê pejirandin û biryar jî dê li parlamentoya Kurdistanê derkeve.

Herweha Xalîd ‘’Li hember her rasthateyekî ango rewşekî awarte ya din jî parlamentoya Kurdistanê dikare civînên ne asayî pêkbîne û parlamenteran vexwîne, ji ber parlamenter ne di bêhnvedanê de ne.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin