PeyamaKurd – UNICEFê diyar kir; kêmbûna xizmetguzariyan ji bo awareyên li bakurê rojhilatê Sûriyê zêde bûye, bi taybetî li wêstgeha avê ya Elok.
UNICEF a ser NYê dide zanîn, wêstgeha avê ya Elokê 24 car ji kar ketiye ku ava vexwarinê ji bo milyonan awareyên Sûriyê dabîn dike.
Niha wêstgeha Elok ji kar ketiye û heta niha jî tîmên tamîrkirinê jê re nehatine dabînkirin, ligel vê yekê jî kêmbûna elektrîkê, nişteciyên kampên wê herêmê bêzar kiriye.
Li gor zanyariyên UNICEFê, milyonek awareyên Sûriyê, li deverên sînorî, jiyana wan di metirsiyê de ye, eşkere dike ku ew ava xerab ji bo vexwarin û xweşuştinê bi kar tînin ku dibe sedema belavbûna nexweşiyan.
UNICEF eşkere dike, gihîştina ava paqij ji bo wan kampan, weke xweparastina ji vîrusa Koronayê, ji bo vê qonaxê girîng e. Wêstgeha avê ya Elokê di sala 2019an de ji ber êrîşeke moşekî ji kar ket û heta niha bi awayekî rast nehatiye tamîrkirin.
Li gor rapora Neteweyên Yekbûyî, rojane bi milyonan lître av ji aliyê rêxistina UNICEFê ve ji bo wan kampan têne dabînkirin, lê ev qas kêmbûna avê, pêwîstî dabîn nabin, tevî vê jî kêmbûna elektrîkê bandor li ser jiyana milyonek mirov derxistiye holê.
UNICEF daxwaz dike ku wêstgeha avê ya Elok were tamîrkirin, herwiha elektrîk ji bo kampan were dabînkirin, rê li ber tîmên hunerî were vekirin ku bi hêsanî vî karî bikin.
Piştî serîhildana şoreşa Sûriyê, bi milyonan xelkê wî welatî, ber bi Serê Kaniyê, Hesekê, Reqa û Dêrezorê aware bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin