PeyamaKurd- Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku ji bo kêmkirina birînên karesata lehiyê ya li Herêma Kurdistanê û çend parêzgehên Iraqê, budçeyeke awarte ya mirovî hatiye terxankirin.
Yekîtiya Ewropayê îro Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihand, ew ê bi qasî 100 hezar Euro alîkariya mirovî bide deverên ku ji ber baranên dijwar ên destpêka vê mehê zirar dîtine. Ev alîkarî dê bi rêya Heyva Sor a Iraqê û di bin çavdêriya Federasyona Navneteweyî ya Komeleyên Xaça Sor û Heyva Sor de were dabeşkirin.
Tê pêşbînîkirin ku zêdetirî 16 hezar kes ên ku mal û halên wan ziyan dîtine, bi awayekî rasterast sûdê ji vê piştgiriyê werbigrin.
Budçeya hatîye veqetandin dê bi giranî ji bo dabînkirina xwarin, pêdiviyên bingehîn ên malê, alavên zivistanê û alavên paqijiyê were bikar anîn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, di navbera rojên 9 û 12ê Kanûna 2025an de, li parêzgehên wekî Hewlêr, Silêmanî, Kerkûk û Nînowayê lehiyeke dijwar rû dabû. Ji ber vê karesatê bi sedan mal û saziyên giştî zirar dîtin û gelek malbat neçar man ku malên xwe biterikînin. YEê armanc dike ku bi vê alîkariyê di werza serma û seqemê de barê malbatan hinekî sivik bike.