PeyamaKurd – Di encama lêdana brûska li navçeya Elbakê ket de, şivanê bi navê Kazim Yilmaz can da.
Bavê 5 zarokan şivan Kazim Yilmaz (56) ê li gundê Sewkan ê navçeya Elbak a Wanê dijiya, dema pezê xwe diçerand birûskê lê da û can da. Cenazeyê Yilmaz ji bo otopsiyê rakirin Nexweşxaneya Lêkolînê ya Herêmê ya Wanê. Malbata Yilmaz piştî kirariyên otopsiyê cenaze wergirtin û li goristana gund veşartin.
Di hefteya derbasbûyî de jî li gundê Kurçekalo yê navçeya Qelqeliyê Yûsûf Kaan û li gundê Pirmeyrem jî Arda Amaç di encama lêdana birûskê de can dabûn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin