PeyamaKurd – Tîmên hawarçûnê yên ku bi hawara kesên doh li navçeya Miksê ya bajarê Wanê di bin aşîtê de mabûn, çûn di bin aşîtê de man.
Hat zanîn tîmên ku îro li 2 kesên winda digeriyan, aşît bi ser wan de ketiye.
Parêzgarê Wanê Mehmet Emîn Bilmez ragihand ku dema lêgerîna kesên doh di bin aşîtê de mabûn, aîşt bi ser tîmên rizgarkirinê de ketiye û ji bo rizgarkirina wan xebat hatine destpêkirin.
Di bûyera ketina aşîtê bi ser minûbûseke gundan de, li ser rêya Miksê 5 kes bi mirîtî hatibûn dîtin û 6 kes jî hatibûn rizgarkirin.
Ji bo 2 kesên winda jî xebatên lêgerînê îro berdewam dikin ku aşît bi ser tîma rizgarkirinê de jî ketiye û gelek wesayît li ser rê asê mane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin