Wekîla Turkmen: Heta ku Pêsmerge li Kerkûkê bûn…

Wekîla Turkmen: Heta ku Pêsmerge li Kerkûkê bûn…

PeyamaKurd- Alîkara Serokê Giştî yê Partiya Pêşketin û Reformê ya Turkmenan û wekîla Parlamentoya Kurdistanê Muna Kahveci got ku Heta ku Pêşmerge li Kerkûkê bûn, Tûrkmen di nava ewlehiyê de bûn. Lê belê niha li Kerkûkê ewlehî nemaye.

Muna Kahveci wiha berdewam kir: Pêşmerge li kû derê bin, li wê derê huzûr û aramî heye, ewlehî û jiyan heye. Heta ku Pêşmerge li Kerkûkê bûn, Tûrkmen di nava ewlehiyê de bûn. Lê îro ewlehî û edalet nemaye. Berê, di hilbijartinan de jî dengê Tûrkmenan zêdetir derdiket. Niha ew jî kêm bûn. Li vê derê kî li dijî Kurdan derkeve, ew ê muheqqeq windan bike. Divê em bi hev re û bi biratî tevbigerin.

Di çapemeniya Tirkiyê de li dijî Barzanî propaganda tê kirin û dibêjin pêşmerge zerarê dide Tûrkmenan. Ev tev derew in. Van nûçeyan Cepheya Tûrkmenan dide Tirkiyê û wan dixirînin. Ev hemî derew in. Ew dixwazin ku Tirkiyê li dijî Kurdistanê tûj bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin