PeyamaKurd - Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan ku navê xwe ji Parezerê kurd û Serokê Baroya Amedê ku di encama êrişeke çekdarî de li Sûra Amedê hatibû kuştin werdigire li Amedê hat damezirandin û sibe dest bi xebatên xwe dike
Vicdanın, adaletin, kardeşliğin sesinden bir dünyaya ulaşmak dileğiyle 13 Nisan’da Diyarbakır’da vakfımızın açılışını gerçekleştiriyoruz. https://t.co/DApjOqVY0v
— Tahir Elçi Vakfı (@TahirElciVakfi) 12 Nisan 2019
Di rêveberiyê Weqfa Tahir Elçî ya Mafê Mirovan de parêzer Orhan Kemal Cengiz, Erkan Şenses, Mursel Ekici, Cihan Ulsen, Mahsun Bati cih digirin.
Serokatiya weqfê jî dê xanima Tahir Elçi, Turkan Elçi bike û parêzer û hevalê Tahir Elçi, Neşet Girasun jî dê cîgiriya serokatiya weqfê dike. Xebatên weqfê sibe dê bi çalakiyekê ji rayagiştî re jî werin parvekirin.
Hat diyarkirin ku weqif dê li dijî hemû cure tundkariyê be û hewil bide pirsgirêkên civakî û siyasî bi rêyên aştiyane werin çareserkirin.
Tê çaverêkirin ku di merasima vekirinê de serokên baroyên Tirkiyê, çalakvanên mafê mirovan, rojnaemvan û muwekil û nasên Tahir Elçi beşdarî merasîma vekirinê bibin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin