Konasenkov: Me ji hewa, derya û bejahiyê êrîsî Ukraynayê kir!

Konasenkov: Me ji hewa, derya û bejahiyê êrîsî Ukraynayê kir!

PeyamaKurd – Di êrîşên Rûsyayê yên li seranserê Ukraynayê de herî kêm 9 kes mirin. Hat diyarkirin, rêveberiya Moskowê di êrîşan de moşekên hîpersonîk jî bi kar anîne.

Berdevkê Wezareta Parastinê ya Rûsyayê Îgor Konaşenkov di daxuyaniyekê de got, "Me ji hewa, ji deryayê û ji bejayê bi çekên dûravêj, ji hewayê, ji behrê û ji bejayê, li hêmanên sereke yên binesaziya leşkerî ya Ukraynayê xist."

Barê navborî wekî êrîşa herî mezin a Rûsyayê ji dawiya Çileyê vir ve hat tomarkirin.

Hat ragihandin, di êrîşan de 9 kes mirin.

Artêşa Ukraynayê îdia kir, wê 34 moşekên Kruise û 4 balafirên bêpîlot ên Îranê xistine xwarê. Herwiha rayedaran diyar kirin, ew nikarin moşekên balîstîk ên Kinzhal, moşekên Kh-22 yên dijî keştiyê û moşekên S-300 ên li dijî hewayî îmha bikin.

Berdevkê hêzên hewayî yên Ukraynayê ji Reutersê re axivî û got: "Ev êrîşeke mezin bû û ev cara yekem e ku gelek cureyên moşekan tên bikaranîn. Berê tiştekî wiha çênebû."

Serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn tekezî li ser veberhênana welatê xwe ya di moşekên hîpersonîk ên balîstîk de kir ku dikarin bi leza deng ji pênc caran zêdetir bimeşin.

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin