Li gor zanyariyan, piştî nîvro li sinorê bajarokê Gulale ya ser bi navçeya Xaneqîn a girêdayî parêzgeha Diyale, bombeyek teqiya û sê kesan can dan û kesek jî birîndar bû.
Rêveberê Asayîşa Kokis Şemal Ebdulrehman di derbarê bûyerê de daye zanîn: “Li nêzî benda hevbeş a sinorê Şêx Bawe di navbera gundê Eluş û Ereb Ferec de bombeyek teqiya.
Di encama teqînê de du zarok û ciwanekî can dan û zarokek din jî birîndar bû.
Nehat zanîn ku bombe ji ber veguhestinê yan jî, ji ber pê lîstinê teqiyaye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin