PeyamaKurd- Rêxistina Mafên Mirovan a Hengawê ragihand ku li bajarê Tehranê yê Îranê, xwendekara Kurd Rubîna Emîniyan, dema xwepêşandanan bi gulebarana rasterast a hêzên rejîmê qetilkirin.
Hengawê daye xuyakirin ku Rubîna Emîniyan di dema xwepêşandanên gel ên li Tehranê de bûye armanca guleyên hêzên ewlehiyê.
Li gorî agahiyên hatine bidestxistin, Emîniyan xwendekara Zanîngeha Teknolojiyê ya Şerîetî ya Tehranê û bi eslê xwe xelkê bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bû.