PeyamaKurd- Hat ragihandin ku Partiya Tirkmenan ya li Iraqê (Irak Türkmen Cephesi/ITC) bi alîkariya Tirkiyê çek û sîleh dane 600 kesî.
Di derbarê mijarê de endamê rêvebiriya YNKê Xalid Şwanî daxuyaniyek da. Şwanî wiha axivî: “Partiya Tirkmenan ya li Iraqê (Irak Türkmen Cephesi/ITC) bi alîkariya Tirkiyê çek û sîleh dane 600 kesî.” Di derbarê vê yekê de belge di destê me de hene. Me hikûmeta Iraqê û erkdarên îstîxbaratê jî agahdar kirine.
Parlamenterê YNKê yê berê Şiwan Dawudî jî di derbarê mijarê de got ku kesên çekdar li Tirkiyê hatin perwerdekirin. Tirkiye di navbera 400 û 700 dolarî de meaş dide van çekdaran. Erkdarên ITCê jî ew li Tirkiyê ziyaret kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin