PeyamaKurd - Balyozê Fransa li Iraqê Bruno Obêrt ragihand ku pir girîng e ku aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê li Bexdayê bi yekgirtî danûstandinan bikin ji bo pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê.
Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Bruno Obêrt civiyan û di wê hevdîtinê de balyozê Fransa serkeftina proseya hilbijartinan li Herêma Kurdistanê li Nêçîrvan Barzanî pîroz kir û piştre herdû aliyan behsa wê proseyê û pêkanîna hikûmeta nû kirin.
Derbarê wê mijarê de, balyozê Fransa got ku pir girîng e eger aliyên siyasî yên Kurdistanê li Bexdayê bi yekgirtî danûstandinên pêkanîna hikûmeta Iraqê bikin. Herwiha spasiya herdû hikûmetên Hewlêr û Bexdayê jî kir ku hewl dane beşek ji nakokiyên xwe bi gotûbêjan çareser bikin.
Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî spasiya rol û piştevaniyên Fransa û Serokê Makoron kir, ku pêwendiyên xwe ligel Kurdistanê bihêz kirine.
Serokwezîrê Kurdistanê herwiha amaje bi wê yekê kir ku aliyên siyasî yên Kurdistanê hewl didin bi yekdengî li Bexdayê beşdarî proseya siyasî bibin û xwedî roleke bi bandor bin di avakirina hikûmeta nû de.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin