Zarîf: Dibe ku Îran ji peymana çekên qedexikirî vekise

Zarîf: Dibe ku Îran ji peymana çekên qedexikirî vekise

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îranê Cewad Zarîf ragihand ku di destê wan de gelek rê hene û rayedarên Îranê wan rêyan dinirxînin.

Zarîf got, “Rêveberiya me alternatîfan dinirxîne û yek ji bijardeya me vekişîna ji (Peymana Qedexekirina Çekên Navokî) NPTê ye’’

Aloziya di navbera Washington û Tehranê de, sala par piştî ku Serokê Amerîka Donald Trump ji peymana nukleerî ya bi Îranê re vekişîya careke din destpê kiribû û ambargoyên ser Îranê hatibûn zêdekirin.

Herî dawî jî Amerîkayê mohleta mûafbûna ji kirîna petrola Îranê ya 8 welatan bidawî anîbû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin