Li Îdlib û Hemayê êrîsên esmanî didomin

Li Îdlib û Hemayê êrîsên esmanî didomin

PeyamaKurd - Li Sûriyeyê rejima Beşşar Esed û piştgirê wê Rûsya li Îdlib û Hemayê êrîşên esmanî didomînin.

Li gor agahiyên çavkaniyên herêmî jetên Rûsya û rejima Esed û firokeyên rejimê serê sibê li başûrê Îdlibê êrîşî navçeya Marratinnuman, bajaroka Habîtê, gundên Sîrce, Huweyîn, Abidîn û El Hulubbeyê û li navçeya Latamneya ku dikeve bakurê Hemayê êrîşî cih û warên sivîlan û mixalifên eskerî kirin.
Li Xan Şêxûna navçeya Îdlibê jî êrîşî navendeke parastina sivîl kirin.

Midûrê Parastina Sivîl Mistefa Hac Ûsiv daxuyanî da û wiha got, "Ji serê sibê pê va êrîşên esmanî tên kirin û li Abidînê 4 û li gundê El Hulubbeyê kesek, bi tevahî 5 sivîl hatin kuştin, 7 sivîl birîndar bûn."

"Ji aliyekî din va rayedarên çavdêriya balafiran a mixalifan der heqê êrîşan da li ser medyaya civakî daxuyanî dan û wiha gotin, "Ji baregeha eskerî ya Himeymîmê 3 firokeyên Rûsyayê û 2 firokeyên rejima Ese rabûn û êrîşî sivîl û mixalifên li başûrê Hema û Îdlibê kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin