PeyamaKurd- Li bajarê Gelsenkirchen ê Almanyayê, dizên ku betlaneya Noelê wekî derfet bikar anîn bi rêbazeke wekî fîlman bankeyek şêlandin.
Li gorî daxuyaniya polîsan, dizan pêşî tunela binê otoparkekê bi kar anîn û xwe gihandin qata jêrê ya bankeyê; piştre bi matkabên profesyonel dîwar qul kirin û derbasî beşa kaseyan bûn.
Dizên ku kaseyên taybet ên muşteriyan û pereyên bankeyê talan kirin, berî ku bên girtin ji cihê bûyerê reviyan. Tê diyarkirin ku ji ber betlaneya 5 rojî ya Noelê, banke girtî bû û vê yekê jî karê dizan hêsantir kiriye.