Bi sedan meymûnên ku daketibûn nava bajêr hatin xesandin

Bi sedan meymûnên ku daketibûn nava bajêr hatin xesandin

PeyamaKurd – Li welatê Taylandê zêdetirî 200 meymûnên ku bi sedema rêkarên koronayê birçî mabûn û êrîşî malên nav bajêr kiribûn hatin xesandin.

Meymûnên makak ji ber rêkarên koronayê û valabûna bajaran bi taybet li bajarê Songkhla yê Taylandê bi azadî digeriyan û ji bo xwe têr bikin jî êrîşê dikan û malan dikirin.

Li gorî rojanmeya The Street Journal tîma parastina ajalan roja sêşemê ew meymûnên nav bajêr digeriyan bi dayîna xwarinê kişandine nav qefesan û piştre dermanê tevizandinê dane wan.

Hat ragihandin ku piştre jî ew meymûnên qefeskirî hatine xesandin û her yek jî jimarek bi wan ve hatiye danîn.

Hêjayî gotinê ye, hejmara meymûnan li wî welatê gelek zêde ye û her diçe zêdetir dibe ku dixwazin bi vê rêbaza xesandinê serjimariya wan kêm bikin û rê li ber bûyerên nexwestî bigirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin