Çiyayê volkanîk ê Etnayê cardin teqiya

Dîroka Weşanê :
Çiyayê volkanîk ê Etnayê cardin teqiya

PeyamaKurd- Yek ji volkanên herî çalak ên Ewropayê Çiyayê Etnayê yê li Girava Sîcîlyayê ya Îtalyayê dîsa çalak bû.

Piştî teqîna Tebaxa 2025an cara ewil e ku volkan bi vî rengî diteqe; arpij heta 400 metreyan bilind bûn û dûxaneke zêde tevî ewrên stûr ên xweliyê asman dagirtin. Ji ber vê çalakiya xurt, Enstîtuya Jeofîzîk û Volkanolojiyê ya Neteweyî ya Îtalyayê hişyarî da û rewşa awarte ragihand.

Ji bo ewlehiya geştên asmanî li herêmê "koda sor" hat ragihandin, lê hat diyarkirin ku hîn bandoreke mezin li trafîka balafirgeha Katanyayê nekiriye. Pispor destnîşan dikin ku heke barîna xweliyê zêde nebe, firîn dê bi asayî berdewam bikin.

Çiyayê Etnayê ku 3 hezar û 300 metre bilind e, niha 24 saetan di bin çavdêriya hûr a pisporan de ye.