PeyamaKurd- Tirkiye piştî du rojan di 24ê Hezîranê de hem hilbijartina serokomariyê û hem jî ya parlamentoyê wê were kirin. Ev hilbijartin hem ji bo îqtîdarê û hem jî ji bo muxalefetê pir girîng e. HDP jî di vê hilbijartinê de pir dixebite û dixwaze ku 100 wekîlî derbixe.
Di derbarê hilbijartina 24ê Hezîranê de Serokê Navçeya Umraniyê ya Stenbolê yê HDPê Bekir Uruç ji çapemeniya Kurdî re axivî û got ku em dixwazin ku bi piranî li bajarên ku nufûsa Kurdan lê zêde ye, rayên xwe zêde bikin.
Uruç wiha berdewam kir: Heke em ji %13an rayan bistînin, em ê 100 wekîlî rêkine parlamentoyê. Ji bo pêvajoyeke dî ya aşîtiyê jî em amade ne. Jixwe ti hedefa AKPê ku pirsgirêka Kurdî çareser bike, tune bû.
Di hilbijartina 24ê Hezîranê de HDP dixwaze ku li Stenbolê Mîlyonek û 500 hezar rayî bistîne. Ji 600 wekîlî 98 wekîl wê ji Stenbolê werin hilbijartin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin