PeyamaKurd-Helîkoptera Fezayê Ingenuity, li fezayê firîna xwe ya herî dirêj pêk hanî. Ji NASAyê hat ragihandin ku Ingenuityê li fezayê 704 metreyan derbas kiriye û rekor şikandiye.
Daîreya Feza û Hewavaniyê ya Navneteweyî ya Amerîkayê NASA, dîmenên Helîkoptera Fezayê Ingenuityê ku bi firîna xwe ya herî dirêj rekor şikandiye, belav kir. Hat ragihandin ku Ingenuityê di çirkeyê de 5 metre û nîv pêşve çûye û 704 metreyan di carekê de derbas kiriye.
Hat ragihandin ku Ingenuity di firîna xwe ya 25an de ji 700 metreyan zêdetir firiyaye lewra beriya niha di carekê de tenê karibûye 10 metreyan bifire. Li gorî zanyarên NASAyê, heger ev firîn bi şert û mercên hewayî yên cîhanê re were qiyaskirin, dibe ku ne zêde girîng be lê belê dema şert û mercên Marsê li ber çavan werin girtin, ev lez di asta şikandina rekorê de de ye.
Ingenuity, bi enerjiya tavê dixebite û hêza xwe ji 6 heb pîlên lityum iyon digire. Kapasîteya Ingenuityê wisa hatiye çêkirin ku bi qasî ku 30 rojên Marsê ango 7 salên cîhanê bixebite. Ingenuity, heta niha 28 caran firiyaye û dê di rojên pêş de cara 29an bifire.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin