Karsazê Çînî berhema mûzê ya bi 6,2 milyon dolaran xwar!

Karsazê Çînî berhema mûzê ya bi 6,2 milyon dolaran xwar!

PeyamaKurd – Karsazê Çînê yê damezrînerê platforma diravên krîpto Justin Sun, berhema mûzê ya bi banta kolîyan bi dîwarekî vê hatibû danîn, bi 6.2 milyon dolaran kirî.

Karsazê Çînê piştî ku berhema hunermendê Îtalî Maurizio Cattelan a mûza bi dîwar ve bantkirî ya bi navê "Comedian" kirî, ji dîwar jêkir û xwar.

Di muzayedeya li Hong Kongê hate kirin de, Sun bi xwarina wê mûzê re, bû kesê di dinyayê de fêkiyê herî biha xwariye û kete dîrokê.

Sun, hûnera NFT ya li ser krîptoyê jî şibande wê berhemê û got, di bingeha xeleka teknolojiya blockhainê de jî her ramanên heyî li ser înternetê hebûna xwe diparêzin.

Ev nivîs 103 car hatiye xwendin.