PeyamaKurd - Zanyarên Zankoya Harvardê ya Amerîkayê di lêkolîneke nû de cara yekem li ser gerstêrkeke kevirî ya ku di qada jiyanê de ye û 48 salên ronahiyê ji Cîhanê dûr e, kembera hewayê (atmosfer) dîtin.
Ev lêkolîna girîng ku ji aliyê Collin Cherubim ve hat rêvebirin û di kovara "Science" de hat belavkirin, eşkere kir ku gerstêrka bi navê LHS 1140b gazên helyûmê ber bi valahiya asmanî ve berdide.
Ev kembera hewayê ku bi rêya spektrografên Çîleyê hat piştrastkirin, gelekî girîng e, lewra ji bo ku jiyan li ser gerstêrkekê hebe, hebûna hewayê şert e û zanyaran tespît kir ku ev atmosfer ji 3 milyar salan zêdetir e heye.
Nirxandina zanyaran
Profesorê Zankoya Harvardê Robin Wordsworth got ku beriya çend salan ew tenê li ser hebûna gerstêrkên wekî Cîhanê difikirîn, lê niha kefşa kembera hewayê li ser gerstêrkeke wiha dibe tespîta herî xurt ji bo piştgirîkirina mercên jiyanê.