NASA: “Li ser hîvê av heye”

NASA: “Li ser hîvê av heye”

PeyamaKurd – Xebatkarên Navenda Fira Fezayî yên Goddardê piştrast kirin ku bi teleskopa SOFIA yê ku li ser balafirekî hatiye danîn, li fezayê keşfa xwe kirine û dibêjin  li ser rûyê hîvê, aliyê ku rojê dibîne, kutleya bûza avê tesbît kirine. NASA mijarê weha ragihand:

“Mala Çavdêriya Infrared Astronomy Stratosferê piştrast dike ku li ser rûyê hîvê, li ser aliyê ku rojê dibîne, av heye. Ev keşfa hanê nîşan dide ku dibe av li ser rûyê hîvê belav bûbe û ne tenha li ciyê sar û ciyê siyê av heye.”

Xebatkarên Goddard ê radigihînin ku di şûna hidroksîlê (0H) de bûza avê (H20) heye. Bo dîmenên zelal û safî bidestbixin, teleskopa SOFIA yê li ser balafirê monte kirine û ji balafirê keşfa xwe kirine. Profesorê Zankoya Coloradoyê yê astrofîzîkê Paul Hayne tevî tîma xwe ragihandiye ku peyka ji aliyê NASA yê de hatiye şandin bo fezayê, dîmenan bi kamerayê kişandiye û rêjeyên germê yên bi dest xistine bikaraniye û gihaye hinek encaman. Li gor encaman li ser 40 hezar km2 yê an ku li ser %1 a rûyê hîvê av heye. Prof. Hayne weha dibêje:

“Em bi mîlyaran hewzên van bûzan dibînin ku berê nehatine keşifkirin. Ev derfetan dide me ku em bi rihetî dikarin bûzê bibînin. Ev ji aliyê astronotan ve bo pêdiviyên xwe temîn bikin, di asta şoreşekî de ye.”

NASA, plan dike ku di çarçoveya bernameya bi navê "Artemis" ê de, di sala 2024 an de jinekî û zilamekî astronot bişîne ser rûyê hîvê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin