PeymaKurd - Fermandarê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê Nûrî Heme Elî dîyar kir ku ji bo ku li dijî çekdarên DAIŞê bikevin tevgerê ew amade ne û li benda fermanê ne.
Fermandarê enîya rojavayê Kerkûkê Nûrî Heme Elî ji malpera ferm ya PKDê ra axivû û ragihand, pêşbînîya serî rakirina gruba metirsîdar a DAIŞê heye û demeke jî DAIŞ zêdetir ketîye tevgerê, ‘’eger derfetê bibînin wê di kiryarên xwe yên terorîstî da berdewam bikin."
Nûrî Heme Elî got, tevgera çekdarên terorîst zêdetir li wan navçeya heye ku dikevin bin desthilata hêzên Iraqê û ‘’Ne merc e jî ew ên ku niha li hin navçeyên Iraqê çalak in, çekdarên DAIŞê bin, dibe ku grubeke din be jî.’’
Fermandarê Pêşmerge rêkeftina siyasî wek çareserîyekekê dibîne bo têkbirin û tunekirina terorê li Iraqê û got: ‘’Heta Iraq siyaseta xwe li gel welatên navçeyê û cîhanê asayî neke, ev tiştê ku naha li Iraqê heye dê her berdewam bibe."
Nûrî Heme Elî derbarê tevgera Pêşmerge li dijî DAIŞê ragihand, lijneya hemahengiya Pêşmerge û hêzên Iraqê heye û kengî ferman ji me ra were, em wek Pêşmerge amade ne.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin