Dixwazin statuya koletiyê ya kurdan bidomînin!

Daxuyanî û hewldanên ‘lihevanîna opozîsyon û rejîma Sûriyê’ piştî 11 salên şerê xwînî yê Sûriyê, niha babeta sereke ya rojevê ye. Tirkiyê bi eşkereyî ev daxwaz ji opozîsyona Sûriyê ya nêzîkî xwe kir û ev jî bû sedema nerazîbûn û protestoyan li wan herêmên artêşa Tirkiyê tê de bicih bûye.

Piştî Zîrweya Soçî ya Erdogan û Pûtîn ku 5ê Tebaxa 2022yan pêk hat, lihevanîna opozîsyon û Şamê derket pêş. Diyar dibû ku Pûtîn di wê mijarê de Erdogan razî kiribû û digot, wê piştî hevdîtinê li herêmê guhertinên mezin çêbibin.

Hemû bijardeyên çareseriyê pûç derketin!

Piştî şer û aloziyên 11 salan li Sûriyê, hewldanên ‘lihevanîna opozîsyon û rejîmê’ ku herdu aliyan gelekî xwîna hev rijandine, nîşan dide ku êdî hemû bijardeyên çareseriyê yên Rûsya, Îran û Tirkiyê pûç derketine û nebûne derman ji birînên gelê Sûriyê re.

Rûsya, Îran û Tirkiyê çendîn caran di civînên Astana yên qaşo ‘garantorên çareserkirina krîza Sûriyê’ de têne cem hev, lê ji sala 2017an ve ti encameke ku civaka navdewletî û gelê Sûriyê pê razî bikin jî dernexistine holê.

***

Derbederbûna bi milyonan kesan ne xema wan e…

Ev her 3 welat ji çareseriyê zêdetir berjewendiyên xwe esas digrin. Dixwazin berjewendiyen wan ên li herêmê werin misogerkirin û derbederbûna bi milyonanan însanan jî ne xema wan e.

Ji bo Rûsyayê mayîna li Derya Spî ji giyanên bi sed hezaran însanan û derbederbûna bi milyonan xelkê Sûriyê girîngtir e.

Dîsa ji bo Tirkiye û Îranê jî berdewamkirina ‘statuya koletiyê ya li ser Kurdan’ ji her tiştî girîngtir e. Ev helwesta wan bibe sedema îflasa dewleta wan jî jê venagerin.

Lê belê niha ew siyaseta wan a li ser Kurdan ferz dikin, xitimî ye. Ji ber ku ev siyaseta wan xitimî ye jî niha ketine pey çareseriyên‘ nû.

Çi ne ev çareseriyên nû?

Navê wê danîne “Lihevanîna opozîsyon û rejîma BAAS”

Rûsya bi vê lîstokê dixwaze hebûna xwe ya li Sûriye û bi taybet jî li Derya Spî û berdewamiya rejîma Şamê misoger bike.

Tirkiye jî dixwaze bi vê lîstokê pêşiya lihevhatina rejîmê û Kurdan bigire daku nîzama berê ya bê statu hiştina Kurdan berdewam bike.

Yanî bi hewldanên bi navê ‘lihevanîna opozîsyon û rejîmê’ dixwaze bi rejîma Sûriyê re li hev bike û bi hev re careke din mala Kurdan wêran bikin.

Lê belê diyar e ku Îran li derveyî vê lîstoka nû maye;

Ji niha ve eşkere dibe ku ev lîstok rewşa Sûriyê baştir nake, xirabtir dike. Ev lîstok dibe sedema şer û cepheyên nû bi xwe re vedike…

***

4 milyon penaberên Sûrî ku li IDLIBê dijîn, naxwazin careka din bibin êsîrê rejima Esed.

4 milyon penaberên Sûrî ku li Tirkiyê dijîn naxwazin careke din bibin êsîrê rejîma Esed.

4 milyon Kurd û Erebên ku li Rojavayê Kurdistanê dijîn jî naxwazin careke din bibin êsîrê rejîma Esed.

Dixwazin statuya li Rojavayê Kurdistanê bi hev re hilweşînin…

Tirkiyê weke ku sond xwariye, dixwaze bi sedem û hincet nîşandana hebûna PKKê, statuya ku li Rojavayê Kurdistanê pêk hatiye hilweşîne.

Rojavayê Kurdistanê kî îdare dike ferq nake, lê niha aramtirîn herêma Suriyê ye. Li herêmên di bin destê Esed, Rûsya, Îran û Tirkiyê de; kaos, anarşîzm, talan, kûştin û mafyagerî hakim. 

***

Niha Rûsya û Tirkiye dixwazin herêma aram jî têk bidin.

Dikarin yan jî nikarin ev babateke cuda ye û em ê bibînin.

Li vir helwesta Rûsya û Tirkiyê ya li hember Kurdan careke din zelal dibe.

Ew Rûsya bû ku Komara Kurdistanê ya Mahabadê bi lihevkirina enerjiyê firotibû.

Ew Rûsya bû ku bi lihevkirina peymana bergiriyê re ligel Saddam Hisên şerê Şoreşa Îlonê kir û Peymana 11 Adarê binpê kir. Niha jî dixwaze ji bo berjewendiyên xwe bi Şam û Ankarayê re statuya Rojavayê Kurdistanê binpê bike.

Ew Tirkiyeya ku bi sedan sal in bi çîrokên biratiyê Kurdan dixapîne, amade ye bi dijminê xwe yê herî mezin Esed re lihev bike, tênê ji bo pêşîgirtina Kurdan.

Ew Tirkiyeya ku edebîyata biratiya Tirk û Kurdan dike, bi hevalbendiya hêzên wek El Qaîdê ku ji DAIŞê tên, mala Kurdan wêran dike.

Rewş careke din ji Kurdan re nîşan dide ku divê êdî dev ji çîrokên ‘Biratiya Gelan û Yekîtiya Umetê‘ berdin û vegerin ser rastiya xwe…


 Rojhat Amedî 

  15.08.2022