Dixwazin wek salên 90î careke din Kurdan bi hev bidin kuştin!

Dixwazin careke din kurdan li hev sor bikin û wan bi hevdu bidin kuştin. Van rojan bi awayekî eşkere siyaseteke qirêj li ser kurdan tê meşandin.

Di pratîkê de jî provaya provokasyonan li ser navê HUDA PAR/Hizbullah û HDP/PKKê tê kirin.

Li bajarê Mersîn, Adana, Mardin, Konya û hin deverên din, nûçeyên êrîşên ser standên hilbijartinê yên alîgirên HUDA PARê belav bûn û heta hin kes jî bi çek û kêran hatin birîndarkirin.

Beriya van bûyeran jî Şaredarê Ankarayê Mansûr Yavaşê ku wek nijadperestekî qedîm ê dijîkurd tê naskirin, bi gotinên xwe, çiraya agirekî nû pêxistibû û HUDA PAR wek terorîst nîşan dabû û behsa qelandina koka wan kiribû.

Herdu tifaq jî li pey dengên Kurdan e!

Wekî tê zanîn; herdu hevpeymanên partiyên Tirkiyê Hevpeymaniya Komarî û Hevpeymaniya Milet hemû bangeşeyên xwe yên hilbijartinê li ser razîkirina kurdan û wergirtina dengên wan ava kirine.

AK Partî cara yekem bi awayekî fermî bi HUDA PARê re tifaqa hilbijartinê daniye û bi îhtimaleke mezin wê hejmarek parlementeran jî bişînin parlementoya Tirkiyê.

Hevpeymaniya Milet a CHP pêşengiya wê dike û Kemal Kilicdaroglu namzedê wê yê serokomariyê ye jî bêyî lihevkirineke eşkereyî piştevaniya HDPê ango dengên wê yên kurd ji niha ve stendiye.

Ev tişta li ber çavan xuya dike ye, lê li piştperdeyê bêhna tiştên nexweş tê ku şerê Hizbullah û PKKê yê salên 90î tîne bîra mirov.

***

Şerê Hizbullah û PKKê çawa destpê kir?

Dixwazim li vir behsa şahidiyeke xwe ya li ser destpêkirina şerê Hizbullah û PKKê bikim.

Berpirsekî Hizbullahê û berpirsekê PKKê yê di salên 90î de li Bakurê Kurdistanê ku li ser erka xwe bûn, li ser mijara çawaniya destpêkirina wî şerî ketibûn sohbetê. Ez jî guhdarê wan bûm.

Bi kurtî dîyaloga wan wiha bû:

Berpirsê Hizbullahê bi nav û cih yek bi yek behsa wan êrîşên yekem ên ser alîgirên Hizbullahê kir û got; “cara yekem êrîşî me kirin me dengê xwe nekir, cara duyem êrîş kirin dîsa me dengê xwe nekir, heta di êrîşa sêyem de jî me deng nekir, lê di êrîşa çaremîn de em neçar man û me bersiv da”

Li ser van gotinan, berpirsê wê demê yê herêma Mêrdîn-Batmanê yê PKKê got ku wê deme wî wek berpirsê PKKê ya herêm ti ferman ji bo êrîşên ser Hizbullahê û alîgirên wê nedane.

Bi gotina wî berpirsê berê yê PKKê, êrişên destpêka şerê PKK-Hizbullahê ku berpirsê Hizbullahê behsa wan dikir û piştre jî bune sedema kuştina bi hezaran kurdan, bêyî agahiya berpirsê herêmê yê PKKê li cihê ku şer lê derketiye, hatine kirin.

***

Her çiqas Kurdan ji salên 90î hin ders wergirtibin û hişyarbûneke ku naxwazin şerê hev bikin çêbûye jî li Tirkiyê hinek alî hê jî li ser Kurdan van hesabên tarî dikin.

Li aliyekî medyaya nêzîkî mixalefeta 6 partiyên hevpeymaniya Milet, hewl dide HUDA PARê terorîze bike, li aliyê din jî Erdogan û hevpeymanên wî HDPê (Partiya Çep a Kesk) bi Qendîl û PKKê rexne dikin.

Hem demokrat û çepgirên tirkan hem jî mihafezekar û nijadpetestên wan ji bo mafên rewa yên gelê kurd bidin jibîrkirin û doza kurd terorîze bikin, careke din hemû rêyan test dikin.

Gelo îhtimala şerekî nû yê PKK û Hizbullahê heye?

Heger provokasyonên nijadperestên Tirk û hin aliyên siyaseta Tirkiyeyê wiha berdewam bikin û berpirsên HUDA PAR û HDPê jî li hember van bûyeran bi aqlê selîm tevnegerin, ew îhtimal ne dûrî aqilan e.

Divê em vê îhtimalê qet paşguh nekin. Lewra niha ji xwe bi awayekî eşkere ev lîstik li ser Kurdan dubare tê lîstin.


 Rojhat Amedî 

  03.05.2023