Gelo hûn ji Sezaî çi dixwazin?

Wek tê zanîn berî çend rojan heyeteke HDPê bi serokatiya Sezai Temelli seredana Başûrê Kurdistanê kir. Berî ev seredana hanê hinek pirs di navbera Kurdan de dihatin kirin. Wek; gelo çima HDP seredana başûr nake, yan jî çima beşdarî merasîma wergirtina postê serokatiya Herêma Kurdistanê ya Nêçîrvan Barzanî nekirin?

Her kesî ev babet li gor xwe şîrove kir, lê piraniya siyasiyên Kurdan jiber neçûna HDPê rexne li wan girtin.

Di dawiyê de ew roj hat û seredana HDPê jî pêk hat.

Niha kes li ser neçûna HDPê bo Başûrê Kurdistan tiştekî nabêje û nanivîsîne. Zêdetir, pirsên wek, “çima HDP çûye başûr, çima Sezaî Temellî ligel xwe birine, yan jî Sezaî Temellî bi çi rûyî derketiye hizura cenabê Serok Barzanî?”

Kesên ku Sezaî Temellî rexne dikin, jiber ku wî berî demekê wî heqaret li cenabê Serok Barzanî kiribû, wan rexneyan dikin.

Yan jî wî li ser “Tirkbûna” wî rexne dikin.

Ez ne parêzerê Sezaî Temellî me.

Lê hinek rastî hene ku nabe mirov bi ser de derbaz be;

Kes û aliyên ku wî rexne dikin naxwazin bibînin ku Sezaî Temellî ji ber gotinên xwe yên nexweş li hember cenabê Serok Barzanî daxwaza lêborînê kiriye.

Kes û aliyên ku wî rexne dikin û hêriş dibin ser wî yan naxwazin yan jî nikarin bibînin ka çawa Temellî bûye hedefa siyasetmedarên nijadperestên Tirkan.

Kes û aliyên ku wî rexne dikin û hêriş dibin ser wî divê bizanibin ku Temellî ne bi serê xwe ye û ew bê serkirdeyên PKKê nikare gavekê here pêş.

Kes û aliyên ku hêriş dibin ser seredana Temellî û HDPê divê bizanibin ku wan cenabê Serok Barzanî wek mezinê Kurdan destnîşan kirine û ji wî daxwaza alikariyê jibo çareserkirina pirsa Kurd li seranser parçeyên Kurdistanê kirine.

Û ya herî girîng, kes û aliyên ku wî rexne dikin û hêriş dibin ser wî divê bizanibin ku Kurd di qonaxeke pir hesas de derbaz dibin û diyalog di navbera hêzên Kurdan de wek nan û av girîng e.

Bi ya min, kes û aliyên ku nikarin xwe bighînin ba cenabê Serok Barzanî û nikarin ligel wî “Bazirganiya Siyasî” bikin, ji seredana Sezaî hesûdî dikin. Wî, li ser gotinekê tawanbar dikin. Pêwîst nake em vegerin ser pel û laperên kevn, ka kî pêş nizanim çend salan çi gotin û heqaret kirine. Ev xizmeta yekrêziya miletê Kurd nake û bila kes jiber berjewendiyên şexsî û rêxistinî rewşa Kurdan zêdetir şilû neke. 

Din nav van rûdan û pêşketinan de ji nişka ve seredanek din pêk hat.

Serokê Komeleya Îslamî Alî Bapîr seredana Serok Barzanî kir.

Ji tu kesî deng derneket. Serokê Komeleya Îslamî Alî Bapîr ji derbazbûyîna EL QAIDE tê. Lê ji bona parastina aştiya navxweyî cenabê Serok Barzanî derd û kûlên Alî Bapîrî dikşîne. Ji bona parastina aştiya navxweyî derd û kûlên gruba 16ê Oktoberê dikşîne.

Ji bona wê yekê ez qet sedem û astengiyek nabînim ku Serok Barzanî Temellî qebûl neke.

Ez bi xwe Ali Bapîr, Lahor û Ala Talabanî nagorim bi neynûka Sezaî Temellî, bi kurt û kurmancî!

 

Rojhat Amedî 

10.09.2019 


Ev nivîs 210952 car hatiye xwendin.