Ji Nihal Adsiz heta Erdogan — zulim ji zaliman re namîne
“Berî ku kurd serê miletê tirk bikin belayê, û ew hê di jiyanê de mane, bila herin. Kû derê? Çavê wan kîjan aliyî dibîne, dilê wan kû derê dixwaze bila herin wir. Bila herin Îranê, Pakistanê, Hindistanê, bila herin ba Barzanî. Bila serî li Netewayên Yekgirtî bidin û ji Afrîkayê daxwaza hemwelatiyê bikin. Bila baş bizanibin ku miletê tirk gelek bi sebr e, lê belê gava sebra tirkan bi ser da biçe, dikare bibe şêr û kes nikare xwe li ber biparêze. Bila kurd, vê rastiyê ji miletiyên xwe ermeniyan bipirsin, bizanibin ka me çi haniye serê wan û bila hişê xwe bînin sere xwe.”
“XWEDÊ Jİ ZALİMAN RE NAHÊLE.”
Gelek kes di jiyana rojane de tim û tim vê gotinê dubare dikin. Bi taybetî jî kesên oldar: “Xwedê ji zaliman re nahêle.”
Bi kurtî; kesek yan kesên ku zilm û zordariyê li hin kesên din bikin, ev ji wan re namîne. Xwedê belaya wan dide wan. Xwedê ji wan re nahêle.
Ger em dîrokê di ber çavên xwe derbaz bikin, em dê careka din vê rastiya hanê bibinin.
Kesên ku dibin desthilatdar û jibona parastina desthilata xwe zordariyê li kes, civak, netewe û aliyên cuda dikin û çavên xwe berdidin ser mafên wan, yek bi yek diçin û dikevin nav pelên gemar yên dîrokê…
Wek Stalîn, Hîtler, şahê Îranê Riza Pehlewî, Sedam Hisên, û hwd.
Şahê Îranê û Sedam Hisên ne tene mafê gelê kurd kirin bin lingan, her weha qetliam jî li wan kir. Komploya ku li başurê Kurdistan sala 1975an hanîn serê miletê me nayê ji bîr kirin.
Lê belê Xwedê heyfa miletê kurd ji wan hilanî. Ew bi mirinek bêserûber ketin nav pelên gemar yên dîrokê. Û nuha herkes naletê li wan dibarîne.
Erdogan dixwaze çi bike?
Gelo Erdogan jî wek şahê Îranê û Sedam Hisên e?
Ez nizanim, lê paşeroja Erdogan qet ne baş e.
Bûye xwedîyê rejîmeke otoriter û nema kes dikare bêje çit.
Tevaya dezgeyên yasayî, hêzên ewlekariyê û sermayeya milî ya Tirkiyê xistiye bin desthilatdariya xwe û li gor dilê xwe sîstemek ava kiriye.
Ji derveyî xwe û partiya xwe tu kesî din nasnake.
Wî dev ji nêzîktirîn hevalên xwe yên demên teng berda, şîretên wan piştguh kir.
Wî dev ji hevalbendiya kurdan berda.
Wî ji bîr kir, ku kurdan alîkariya wî kir û ew bi saya serê kurdan bû desthilatdar,
Ew bû hevalê nijadperesetên wek Devlet Bahçelî û Suleyman Soylu ku her roj bi jiyana xelkê dileyîzin û bi zimanê mafyayê xelkê tehdîd dikin.
Li dawiyê, bi sedanhezar kes avêtin zîndanê.
Di serde jî hezaran siyasetmedarên kurd ku bi îradeya milet hatibûn hilbijartin, ji erken wan dûrxistin û girtin. Bi hêceta ku “em şerê PKKê dikin” tevaya dezge, hêjayî û siyasiyên kurdan bûn hedef.
Ev hemu têr nekir, Erdogan dest bi dubarekirina gotinên nijadperest ji salên 50 û 60an kir.
Çawa ku nijadperestê bi nav û deng Nihal Adsiz gotibû:
— “Berî ku kurd serê miletê tirk bikin belayê, û ew hê di jiyanê de mane, bila herin. Kû derê? Çavê wan kîjan aliyî dibîne, dilê wan kû derê dixwaze bila herin wir. Bila herin Îranê, Pakistanê, Hindistanê, bila herin ba Barzanî. Bila serî li Netewayên Yekgirtî bidin û ji Afrîkayê daxwaza hemwelatiyê bikin. Bila baş bizanibin ku miletê tirk gelek bi sebr e, lê belê gava sebra tirkan bi ser da biçe, dikare bibe şêr û kes nikare xwe li ber biparêze. Bila kurd, vê rastiyê ji miletiyên xwe ermeniyan bipirsin, bizanibin ka me çi haniye serê wan û bila hişê xwe bînin sere xwe.”
Nuha, piştî 60 salan Erdogan van gotinan dubare dike. Ew dibêje:
— “Kî li Tirkiyê navê Kurdistanê bîne ser zar û zimanê xwe bila ji vir derkevin. Bila herin bakurê Iraqê, li wir Kurdistanek heye.”
Bi ya min, Erdogan tiştek ji Nihal Adsiz cuda negotiye. Adresa kû nîşanê kurdan dide heman adres e.
Belê, sebra Erdogan bi ser de çûye û bûye şêr.
Bi navên kurd û Kurdistanê nerihet dibe.
Lê belê divê Erdogan baş bizane:
Kî belaya xwe li kurdan bide Xwedê qebûl nake û belaya wî didiyê.
Kurd, her roj ji zilm û zordariya desthilatdariya MHP-AKP-yiyan tên girtin, yan jî terka welatê xwe dikin.
Tiştên ku sala 1975an rejima Baasê hanî ser kurdên başur, nuha desthilatdariya MHP-AKP tîne serê kurdên bakur.
Kurdên başur terka erd û landa xwe kirin, Enfal hat serê wan, Helepçe dîtin, lê belê dawiyê bi ser ketin.
Jiber ku tu kes nikare mafê mazluman binpê bike.
Tu kes nikare bi zordariyê bi ser keve.
Kurdên bakur, îro ji qonaxa sala 1975an derbaz dibin. Çawa ku birayên wan li başur gehiştin mafên xwe, ew jî dê bigehin mafên xwe ên rewa li ser erd û landa xwe.
Bi kurtî, wê xwedê heyfa kurdan ji Erdogan bistîne.
Rojhat Amedî
06.03.2019
Ev nivîs 210968 car hatiye xwendin.