Kerkûk dil be, Efrîn kezeb û gurçik e
Gelo wê operasyona ser Efrînê xewna Kurdên Rojava têk bibe?
Efrîn û herêma Efrînê ji bo Kurdan û ji bo Kurdistanê girîng e, strarejîk e. EFrîn nêzîk û cîranê Derya Spî ye. Heke Kurd xwe bigihînin Derya Spî, êdî di derbarê bazirganî û transportê de pêwistîya wan bi dewletên dagîrker namîne û ewê karibin bi rêya Derya Spî bi hêsanî petrola xwe bifroşin derve, ewê karibin bi hêsanî bi dewletên din re dan û stendinên bazirganî bikin.
Tirsa dewleta Tirk, Sûrîye û Îranê jî ev tirs e. Ango, tirsa korîdor û navgîna Efrînê û Derya Spî ye. Ji ver vê yekê, di serî de Îranê giranîya xwe da ser Sûrîyê, xwedî li rejîma Sûrîyê derket û dixwest berî Kurdan ew xwe bigihîne Derya Spî da ku Kurd xwe negihînin vê korîdor û navgîna girîng. Her çiqasî di serî de Îran û Sûrîyê xwe nêzîkî hêzên Kurd (Hêzên Sûrîyeya Demokratîk (YPG) kirin û bi rêya wan gîhan hinek meqsedên xwe jî, lê bidestxistina korîdora Derya Spî daxwaz û armanca herdu welatên dagîrker bû jî.
Dewleta Tirk û Erdogan jî di heman tirsê de bûn. Tirsa Kurdan û xwegîhandina Derya Spî. Bi gîhandina Derya Spî hem wê Kurd di warê bazirganîyê de azad bibûna, hem jî wê Federasyona Rojavayê Kurdistanê (bi gotina PYD û HSD Federasyona Bakurê Sûrîyê) bibûya yek parçe. Evê tirsê dewleta Tirk û Erdogan xist nav kefteleft, xof û kelecanek mezin. Ji xwe evê tirsê dihişt ku Tirkîye û Erdogan bi her awayî piştgirîya grûpên li dijî YPG bikin. Evê tirs û xofê hişt ku Tirk leşkirên xwe li Îdlîb û Cerablûsê bi cîh bikin da ku korîdora di navbera herêma Kobanê û Efrînê de bigrin û amadekarîya operasyona ser Efrînê bikin.
Kekûk û Efrîn
Kerkûk ji bo Başûrê Kurdistanê çi be, Efrîn jî ji bo Rojavayê Kurdistanê ew e. Û hetta, Efrîn di warê stratejîk de ji Kerkûkê jî girîngtir e. Petrol li her alî û li gelek bajarên Kurdistanê derdikeve. Lê Derya Spî li her alîyê Kurdistanê nîne. Kerkûk xezîneya petrolê be, Efrîn jî xezîne û mifteya Derya Spî ye. Kerkûk dilê Kurdistanê be, Efrîn jî kezeb û gurçika Kurdistanê ye. Îro dewleta Tirk û Erdogan dixwazin wê kezeb û gurçika Kurdan ji hinavên wan biqetînin da ku laş û bedena Kurdan seqet û lenger bimîne, bedena Kurdan bê kezeb û gurçik bimîne û Kurd nebin xwedîyê laş û gewdeyek saxlem.
Dewleta Tirk amadekarîyek mezin ji bo êrîşa ser Efrînê dike. Ha îro, ha sibê, operasyon û êrîş li ber derîyê Efrînê ye. Ev operasyon bi dilê Rûsya û Amerîkayê be, yan bêdilî wan be, Erdogan xistiye serê xwe. Ji bo ku di hilbijartinên Tirkîyê de biserkeve û carek din bibe serokkomar, dagîrkirina Efrînê ji bo wî jiyandar e, girîng e. Dagîrkirin û bidestxistina Efrînê serketina Erdogan e, têkçûn û wendakirina Efrînê jî helbet wê di têkçûna Erdogan de rolek sereke bilîze. Bi kurtî; Erdogan qedera xwe bi Efrînê ve girêdaye.
Operasyona ser Efrînê û têkçûna Efrînê tenê nayê wateya serketina Tirkîyê û Erdogan. Herweha wê bibe têkçûna xewna serxwebûna Rojavayê Kurdistanê jî. Çawa ku xiyaneta Kerkûkê rê li ber serxwebûna Başûrê Kurdistanê girt, têkçûna Efrînê jî wê xewna serxwebûna Rojavayê Kurdistanê li Kurdan bike kabûs. Ne tenê xewn, wê hêvîya Kurdan jî bişkîne.
Ji ber van sedem û gumanan, çawa ku Kurd ji bo Kobanê bêdeng neman û bi ruh û giyanek netewî xwedî li Kobanê derketin, divê bi heman helwesta netewî xwedî li Efrînê derkevin û wê bi tenê nehêlin, êrîşên ser Efrînê şermezar û rûreş bikin. Çi li hindur û çi li derveyî welêt bin, çi di qada netewî û navnetewî de be, bêyî ku îdeolojî û berjewendîyên partîtîyê bikin asteng, berî bibe dereng, divê bi yekdengî xwedî li Efrînê derkevin û kezeb û gurçika xwe di nav destên hirç û hovên dagîrker de nehêlin.
Z.Brîndar
Ev nivîs 210911 car hatiye xwendin.