Z. Brîndar nivîsand, PDK û Barzanî stûna destkevtinên Başûrê Kurdistanê ne...
Metelokên Kurdî, ango gotinên bav û kalan hemû serpêhatî ne, ders in, ji bo pêşerojê wek sened û qoçanan e. Her gotin û serpêhatî ji rastîya jiyanê pêk hatine û ji bo ku meriv nekeve xeletî û şaşîyên dîrokî, ji meriv re dibin nîşan, çavkanî û rêber.
Di hilbijartinên giştî yên Iraqê de gotinên bav û kalên me carek din rastîya xwe raxistin ber çav. Gotina ku dibêjin “Çê kiro bi xwe kiro, xirab kiro bi xwe kiro“ di hilbijartinên giştî yên Iraqê de rastîya xwe dupar kir.
Di hilbijartinan de PDK û Barzanîyan bi tena serê xwe ji şeş partîyên din zêdetir deng wergirtin û li Başûrê Kurdistanê bû partîya yekem. PDK zêdeyî 626.825 deng wergirtin û şeş partîyên ku piranîya wan neyartîya serxwebûna Kurdistanê û Barzanîyan dikirin, partîyên ku di xiyaneta Kerkûk û Şingalê de hevkar û şirîk in, li hember PDK û Barzanîyan têk çûn û incex xwe gîhandin 609,471 dengî. Milletê Kurd xiyaneta wan partîyên din li wan vegerand û xiyanet bê bersiv nehiştin. Serketina PDK û Barzanî ji bo xiyanetkaran bû bersivek, bû bersivek Kurdistanî.
Di vê hilbijartinê de carek din eşkere bû ku PDK û Barzanî stûna destkevtin û ewlekarîya Başûrê Kurdistanê û milletê Kurd in. Heke milletê Kurd û kêmneteweyên li Başûrê Kurdistanê bawerî bi PDK û siyaseta PDK neanîbûna, PDK nedikirin partîya yekem û rêz jê re nedigirtin. Lê PDK çi bi paşeroja xwe be, çi bi kar û xizmeta xwe be, çi bi bedel, fedakarî û dilnizmîya xwe be, çi bi rêzgirtin û mafparêzîya kêneteweyên din be, xwe bi xelkên Kurdistanê daye qebûlkirin. Serkevtina PDK û Barzanîyan ev rastî dupat kir. Wer xuyaye di pêşerojê de jî wê PDK bi serokatîya Barzanîyan pêşdetir bikeve, bi siyaset, şarezayî, mirovperwerî û Kurdperwerîya xwe di hilbijartinên Kurdistanê de jî bibe partîya yekem û desthilatdarê Kurdistanê.
Di serkevtin û pêşketina PDK û Barzanîyan de bê guman rol û bandora qehremanîya pêşmerge, şerê li dijî terorîstên DAÎŞê, bandora fedakarî û serwerîya malbata Barzanîyan, ewlekarî û asayîşa ku PDK li Kurdistanê pêk anîye, pir e. Milletê Kurd û xelkên Kurdistanê xwe di bin serwerî û stara PDK û Barzanîyan de ewle dibîne, xwe piştrast dibîne û zane ku ne ji PDK û bi taybet jî ji Barzanîyan be, wê li Kurdistanê tu ewlekarî û saxlemîya pêşeroja wan tunebe. Ev çend sedem sedemên hezkirin û destekkirina PDK û Barzanîyan e.
Siyaset û xeta Kurdistanîbûn û armanca Kurdistanek serbixwe û azad, yek ji xala herî girîng a xurtbûn û pêşketina PDK û Barznîyan e. Pêkanîna referandûma ji bo serxwebûna Kurdistanê, helwest û biryarmendîya Serok Barzanî, hêz û pêbawerîya bi PDK û Barzanîyan zêdetir kir. Xiyaneta Kerkûk û Şingalê, xiyaneta Kurdên xwefiroş, yekbûn û dijberîya ku dewletên dagîrker, Amerîka û hêzên hevpeyman li hember referandûmê nîşan dan û di xiyaneta Kerkûkê de bi bêdengîya xwe bûn şirîk, ev tev ji PDK û Barzanî re bûn xal û hîmên xurtbûn û serkevtinê. Milletê Kurd û xelkên Kurdistanê xiyanet û dijminatîya ku li hember PDK, Barzanî û referandûmê hat kirin ji bîr nekir. Di vê hilbijartinê de serkevtina PDK û Barzanîyan ji bo hikûmeta Bexdayê, Tehranê, Amerîka û hêzên hevpeyman jî bersivek e, bersiva tolhildanê ye.
Hilbijartinên ji bo serokatî û parlamentoya Kurdistanê di 30ê Îlona îsal de (2018) çêdibin. Di vê hilbijartina giştî ya Iraqê de serkevtina PDK û Barzanî, bêguman wê bandora xwe li hilbijartinên Kurdistanê jî bike û xuyaye wê PDK dîsa bibe partîya yekem. Xurtbûn û serkevtina PDK û Barzanî bêguman wê bandora xwe bi erênî li têkilîyên Hewlêr û Bexdayê, Hewlêr û Tehranê û Hewlêr û Enqerê jî bike. PDK û Barzanî yê ku li hember ewqas dijberî, dijminatî û xiyanetê têk neçûn, wê ji destpêkirina têkilî û siyasetek nû re bibin wesîle ku paytextên her sê dewletên dagîrker dîsa wek berê xwe li Hewlêrê bigrin û bên ber lingên PDK û Barzanî.
Bi kurt û Kurmancî; qenc di qencîya xwe re, xirab jî di xirabîya xwe re derketin. Kurdistanî bi ser ketin, xiyanetkar jî ji ber xiyanetên xwe têk çûn. Di hilbijartina Iraqê û Kurdistanê de serkevtina PDK serkevtina Barzanîyan e. Serkevtina Barzanîyan serkeftina milletê Kurd û xelkên Kurdistanê ye. Û serkevtina milletê Kurd û xelkên Kurdistanê jî di pêşerojê de wê bibe hîmê Kurdistanek serbixwe.
Bi hêvîya ku PDK û Barzanî xeletîyek wek xeletîya berê nekin û desthilatdarîya xwe bi xiyanetkaran re “FÎFTÎ FÎFTΓ parve nekin.
Bi vê minasebetê ez serkevtina PDK pîroz dikim…
Z. Brîndar
20.05.2018
Ev nivîs 210942 car hatiye xwendin.