Z. Brîndar nivîsand, HDP kongreya netewî û komplo

Gotinek bav û kalên Kurdan heye, dibêjin: “ Gava perdeya rûyê kesekî qetîya, hivza xwe jê bikin; eyb-fedî-şerm û heya pê re namîne“.

Rêvebir û girgirekên HDP (ku gelek caran desthilatdarên wek Ertugrul Kurkçu gotine HDP ne partîya Kurdan e û Ocalan jî eşkere kiribû ku wî bi şêwra MÎTê HDP ava kiriye) çi cara ku ketine tengasîyê, çi cara ku prestîj wenda kirine, çi cara ku qels bûne û çi cara ku hilbijartin nêzîk bûne, serdana Hewlêrê û M. Barzanî kirine, bi gotinên şematokî û girover bi hêvîyên Kurdan lîztine û Kurd xapandine. Ev serdana dawîn jî parçe û beşek ji senaryo û dek û dolabên berê ne û ne tiştekî din e.

Rêvebirên HDP tînin zimên ku xwedêgiravî ew ji bo pêkanîna tifaqa Kurdan, ji bo pêkanîna tifaq û Kongreya Netewî, çûne Başûrê Kurdistanê. Lê dibêjin “çira virek û derewînan zû vedimre“. HDP bi serê xwe nikare û ne li dû pêkanîna Kongreya Netewî ye, ji ber ku HDP ne partîyek Kurd û Kurdistanî ye, ne partîyek serbixwe ye, partîya Enqerê û Îmralîyê ye. Ji xwe bêyî Enqere û Îmralîyê tu hêz û qudreta wê jî tuneye ku gavekê zêdeyî xwe rade. Heke tilîya dewleta Tirk, Ocalan û PKK di çûna HDP a Başûr de tunebe û dîsa ne li dû plan û projeyên kirêt bin, ne Kurdên Başûr di xema HDP de ye, ne jî Kongreya Netewî û Barzanî.

Heçê Ocalan û armancên PKK nas dike, ji xwe zane bê nêt û daxwazên wan çi ne. Berî niha jî hewl hat dank u Kongreya Netewî bê lidarxistin û li Başûr bi hêz partîyên siyasî re hevdîtin hatin kirin. Lê encama wan civînan çi bû? Ne tiştek! Ango, sifir! Çima? Çima ku PKK daxwazên ji bejna xwe dirêjtir û girantir danîbûn pêşîya hêz û partîyên siyasî. PKK dixwest nêvîyê (300) nûnerên kongreyê ji wan be û dezgeh, rêxistin û partîyên çepên Tirk jî wek nûner beşdarî kongreyê bibin ku ew jî ji xwe hevalbendên PKK bûn. PKK ne ku dixwaze Kongreya Netewî pêk bîne, dixwaze hêz û partîyên siyasî di bin sîwana xwe de kom bike, xwe li ser serê wan bike desthilatdar da ku hefsarê hêz û partîyên welatperwer di destê wê û hêzên li pişta wê de be. PKK di dîroka xwe de tucarî wek partîyek Kurd û Kurdistanî tev negeriyaye, li berjewendîyên Kurdistanê negerîyaye û berjewendîyên xwe di ser her tiştî re girtîye. Heçê PKK û dîroka PKK nas dike, van tiştan baş zane. Ji alîyê din, PKK ji xwe demek dûr û dirêj e KNK (Kongreya Netewî ya Kurdistan) çêkiriye û wê li gor daxwazên xwe bi kar tîne. Madem we bi serê xwe KNK çêkiriye, naxwe Kongreya Netewî ji bo çi û ji bo kê?  Wek bav û kalên me gotine, Heke ev ne fen e, ev çi dar û ben e?

Me li jor jî gotibû. Gava perdeya rûyê kesekî biqete, ne eyb û fedî pê re dimîne, ne jî şerm û heya.

Birastî HDPî bi çi rûyî derdikevin hizûra Barzanî? Ma ji kirinên xwe, ji gotinên xwe, ji bêrêzî û dijminatîya xwe ya li hember Barzanî, şerm û fedî nakin? Yan pozê wan naşewite? Heta doh we ji Barzanî re digot: Serokeşîr, axayê kevneperest, hevkarê ÎŞÎDê, xulamê emperyalîzmê, pûşt, Kurdistanfiroş, xwefiroş, xayîn û wekî din. Ka çi bi wan gotin, heqaret û tohmetên we hat?

Gelo we rexne li xwe girt ku hûn bi rûyekî spî derdikevin hizûra Barzanî?

Gelo berî ku hûn derkevin hizûra Barzanî, we guhê hevserokê xwe yê Tirk Sezaî Temellî kişand ku ji Barzanî re gotibû “PÛŞT“.

Gelo berî ku hûn derkevin hizûra Barzanî, ji bo ku li parlamentoya Almanya û li Ewrûpayê dijminatîya Barzanî dikir û ji Ewrûpîyan dixwest ku çekan ji Pêşmergeyên Kurdistanê re neşînin, we porê wekîla xwe Feleknaz Uca hilçinî?

Gelo berî ku hûn derkevin hizûra Barzanî, we hesabê xendekan, hesabê wêrankirina 13.600 xanî û malên Kurdên reben, herifandina bi dehan bajarên Kurdistanê û kujtina nêzîkî 10 hezar xort û keçên Kurd da Kurdan û we rexne li xwe girt?

Gelo berî ku hûn derkevin hizûra Barzanî, we hesab ji hevseroka xwe ya kevn Fîgen Yuksekdag pirsî ku di derbarê şerê xendekan de ji Barzanî re digot: “Ev karê me yê navxweyî ye, têkilî karê me yê navxweyî nebe“?

Gelo berî ku hûn derkevin hizûra Barzanî, we hesabê radestkirina Şingalê ji PKK pirsî û we ew rexne kir?

Madem Bakurê Kurdistanê karê we yê navxweyî ye, çima û bi çi rûyî hûn diçin ber lingê Barzanî û ji bo destpêkirina pêvajoya aştîyê doza qasidîyê lê dikin?

Û bi dehan pirsên din…

Gelo PKK û îro jî HDP, çima ewqasî li ser Kongreya Netewî disekinin û dilezînin? PKK û HDP a ku netewa Kurd înkar dikin, li dij netew-dewletê û Kurdistanek serbixwe derdikevin, PKK û HDP a ku Kurdan û berjewendîyên Kurdistanê dikin bi qurbana berjewendîyên xelkê û bûne parêzer û dergevanên sînorên dagîrkerên Kurdistanê, çi dozê li Barzanî û Kongreya Netewî dikin? Hem jî di vê dema zîz û nazik de, di vê dema ku Tirkan Efrîn dagîr kiriye û PKK jî Şingal radestî hêzên Haşdî Şabiî û artêşa Iraqê kiriye (Murat Karayilan eşkere kiribû ku heyetek Tirk û Rûs serdana Ocalan kiriye û jê xwestine ku berxwedana li Efrînê rawestîne. Xuyabû ku li ser daxwaza Ocalan YPG xwe ji Efrînê vekişand, PKK jî xwe ji Şingalê vekişand).

Ev çi lez û bez û heman çîroka Kongreya Netewî ye gelo?

Yan herdu alî (dewleta Tirk û PKK) dixwazin bi pêkanîna Kongreya Netewî PDK û Barzanî bikşînin nav komployekê û ji holê rakin? Gelo bi pêkanîna Kongreya Netewî PKK dixwaze xwe derxe pakijîyê û di qada navnetewî de xwe ji mohra “terorîzmê“ rizgar bike? Yan herdu alî (dewleta Tirk û PKK) bi pêkanîna Kongreya Netewî dixwazin PDK û Barzanî jî bikin şirîkê sûc û gunehên PKK da ku dewleta Tirk bi hinceta PKK Başûrê Kurdistanê dagîr bike û projeya Mîsakî Mîllî têkeve rê?

Ev hemû pirs in, pirsên girîng in.

Balkêş e, tam di van demên ku dewleta Tirk li hinek deverên Başûrê Kurdistanê baregehên nû ava dike û amadekarîya şerê PKK dike, mijara Kongreya Netewî tê holê û endamê Desteya Rêvebir a PKK (KCK) Mustafa Karasu jî di heman demê de ( 9 Nîsan 2018 ANF) daxuyanîyek balkêş dide û behsa komployan dike.

Mustafa Karasu, ji Yenî Ozgur Polîtîka re axivî ye û gotiye: “ Xuyaye wê dewleta Tirk li Herêmên Parastina Medyayê û tevahîya Başûrê Kurdistanê şer belav bike. Ji xwe 15-20 baregehên xwe yên leşkerî li Başûrê Kurdistanê hene. Bi êrîş û hewldanên xwe yên dagîrkerîyê dixwaze hejmara baregehên xwe zêde bike. Ev yek nîşan dide ku şerê sala 2018'an wê li Herêmên Parastina Medyayê û Başûrê Kurdistanê belav bibe. Hewl tê dayîn ku hêzên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bikşînin nava komployekê.Operasyona dagîrkirina li dijî Başûrê Kurdistanê her wiha dagîrkirina destketîyên Başûrê Kurdistanê ye, êrîşa li dijî hebûna Kurdan û jiyana azad û demokratîk e“.

Mustafa Karasu, rexneyan li Hikûmeta Başûr (helbet li PDK û Barzanîyan) digre çima ku li hember êrîşên dewleta Tirk bêdeng dimînin û dibin şirîkê komployê. Karasu,  şik û gumanên ku berî weşana gotara wî di serê me de li bersivê digerîyan, tîne zimên û dibersivîne. Armanca şerê navbera artêşa Tirk û PKK dagîrkirina Başûrê Kurdistanê û têkbirina destketinên başûrê Kurdistanê ye. Û xuyaye di vê dema zîz û nazik de hewlên pêkanîna Kongreya Netewî parçeyek ji senaryoya dagîrkirina Başûrê Kurdistanê û têkbirina desthilatdarîya PDK û Barzanîyan e. Herçiqasî Karasu behsa komployek yekalî (komploya dewleta Tirk û hêzên siyasî yên Başûr) bike jî, divê meriv komployek dualî (komploya dewleta Tirk û PKK) bihizire û ji bîr neke ku komplo dualî ye, armanca vê komploya dualî jî dagîrkirina Başûrê Kurdistanê, têkbirina destketinên Başûrê Kurdistanê û  pûçkirina hêz û desthilatdarîya PDK û Barzanîyan e.

Bi kurt û Kurmancî; nêt, kam û merama PKK û HDP ne Kongreya Netewî ye, ji ber herdu jî dijminê netew-dewleta Kurd û Kurdistanê ne, ne Kurdistanî ne. Lê heke hat û pêkanîna Kongreya Netewî ket rojevê û rojeva Kurdan pê germ bû, divê partî û hêzên siyasî yên Kurdistanî bê qeyd û şert, van xalên li jêr bi PKK, HDP û hêzên bi wan ve girêdayî bidin qebûlkirin.

  1. Divê Ala Kurdistanê nas bikin, qebûl bikin, li dezgehên xwe daliqînin û di her çalakîyên xwe de hilgirin.

  2. Divê di destûr û bernameyên xwe de alenî û eşkere doza federasyon yan serxwebûna Kurdistanê bikin.

  3. Divê parêzerî û dergevanîya sînorên dagîrkerên Kurdistanê nekin.

  4. Divê serok û rêvebirên xwe ji Kurdên netewparêz hilbijêrin.

  5. Divê dijminatîya hêz û partîyên Kurd û Kurdistanî nekin.

  6. Divê dijminatî û şerê Kurdên parçeyên din nekin, rêzê ji xebat û daxwazên wan re bigrin, desttêwerdanan di kar û barên parçeyên din yên Kurdistanê de nekin û ji bo êrîşên dijmin derfetan pêk neynin.

 

 

Z.Brîndar

10.04.2018


Ev nivîs 210969 car hatiye xwendin.