Erecî: Em rê nadin ti grûbek ji nav Iraq û Kurdistanê Îranê bike armanc

Erecî: Em rê nadin ti grûbek ji nav Iraq û Kurdistanê Îranê bike armanc

PeyamaKurd - Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî ku bi serokatiya şandeke pilebilind li Îranê ye, bi Wezîrê Derve yê Îranê Huseyîn Amir Ebdullahiyan re hevdîtin kir.

Ajansa Mehr a Îranê ragihandiye, di civînê de tekezî li ser hevahengiya ewlehiyê di navbera her du welatan de hatiye kirin û herwiha Ebdullahiyan gotiye, “Ew aramiya Iraqê ji aramiya Îranê dizanin, lê ew li bendê ne xaka Kurdistanê nebe meydana kiryarên terorîstî û metirsî li ser Îranê.”

Wezîrê Derve yê Îranê daxwaz ji Iraq û Herêma Kurdistanê kir ku li hember van koman (Partîyên Rojhilatê Kurdistanê) berpirsyariya xwe bigirin ser milê xwe û diyar kiriye, Îran Iraqeke azad û serbixwe dixwaze, lê êdî ew nikarin berdewamiya hebûna çekdarên li dijî Îranê li ser xaka Herêma Kurdistanê û liv û tevgerên wan qebûl bikin.

Şêwirmendê Asayişa Niştimanî ya Iraqê Qasim El-Erecî ji Îranê re tekez kir, ku destûra Iraqê rê nade komên ku ewlehiya welatên cîran bixin metirsiyê û Iraq û Herêma Kurdistanê jî rê nadin ti grubek ewlehiya Îranê bike armanc.

Hêjayî gotinê ye, ev civîn piştî êrîşa 28ê Îlonê ya artêşa Îranê pêk tê ku bi hinceta hebûna partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatibû kirin û 18 kes hatibûn şehîdkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin