Opozîsyonê baregeha îstixbaratê xist kontrola xwe

Opozîsyonê baregeha îstixbaratê xist kontrola xwe

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşeke hêzên opozîsyona Sûriyê yên alîgirên Tirkiyê de, baregeha îstixbaratê ya li rojavayê parêzgeha Derayê hatiye kontrol kirin.

Li gor ragihandina çavkaniyeke ji Derayê, hêzeke ji çend komên çekdarên opozîsyonê pêk dihat êrîş biriye ser baregeha îstixbaratê ya rejîma Sûriyê ku dikeve rojavayê parêzgeha Derayê.

Hat ragihandin ku baregeh ji aliyê çekdarên Artêya Azad a Sûriyê ve hatiye kontrolkirin û karmendên li wir jî hatine dîl kirin.

Herwiha hat îdiakirin ku grubên opozîsyonê ji rejîma Sûriyê daxwaz kirine, fermandarê berê yê artêşa azad Haytham Al-Hererî ku ji aliyê arêşa Sûriyê ve hatiye girtin, were berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin